Bernameya 25î Mijdarê ya Şaredariya Bajarê Mezin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 25î Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan de, bi komxebat, rûniştinên agahdarkirinê, xebatên qadê û çalakiyên bîranînê ku wê li navenda bajar û navçeyên gundewarî li dar bixe, armanc dike ku piştgiriya jinan xurt bike û têkoşîna rêxistinkirî ya li dijî tundiyê mezin bike.
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, ji ber 25î Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan bernameyeke berfireh a çalakiyan amade kir. Di bernameyê de ku bi dirûşma “Li dijî tundiyê bi têkoşîna rêxistinkirî niha dema jinê ye” wê pêk bê, ji rûniştinên agahdarkirinê yên ji bo jinan heta serdanên malan, ji tûra bisikletê heta xebatên ku bîranîna jinên hatine kuştin zindî bihêlin, gelek çalakiyên cuda cih digirin.
Destpêka çalakiyan wê di 12ê Mijdarê de bê dan
Salnameya çalakiyan îro bi Komxebata Plana Çalakiyê ya Wekheviya Herêmî dest pê kir. Destpêka çalakiyên 25î Mijdarê jî wê di 12ê Mijdarê de saet di 11.00an de li Parka Anitê bê dan.
Xebatên agahdarkirinê yên ji bo jinan û xebatkarên şaredariyê
Di çarçoveya bernamayê de di navbera dîrokên 11-27ê Mijdarê de li Navendên Jiyanê yên Jinan, li avahiya xizmetê ya şaredariyê û li navçeyên Hênê, Pîran û Karazê ji bo jinan rûniştinên agahdarkirinê wê werin lidarxistin. Di rûniştinan de mijarên azadkirina cinsiyeta civakî, cureyên tundiyê, mekanîzmayên serlêdanê û tundiya dîjîtal wê werin destgirtin.
Ji bo xebatkarên şaredariyê jî Atolyeya Nirxandina Belgeya Helwesta Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Bingehê Cinsiyeta Civakî wê di 19ê Mijdarê de saet di 13.00an de pêk bê.
Di dirêjahiya mehê de bi pano yên “Dema tê gotin tundî çi tê bîra we?” ku wê li yekîneyên şaredariyê werin bicihkirin, qadeke hişmendiyê ya înteraktîf ku xebatkar dikarin hest û ramanên xwe lê parve bikin wê bê afirandin.
Tûra bisikletê, serdanên malan û xebatên standan
Di çarçoveya çalakiyên ku armanc dikin piştgiriya jinan bibin qadan de, di 14ê Mijdarê de saet di 13.30an de bi Koma Bisikletê ya Jinan a Amedê re ji Parka Koşuyoluyê heta Qada Deriyê Çiyê ajotina hişmendiyê wê bê encamdan.
Di navbera dîrokên 16-20î Mijdarê de li Taxa Kaynartepe û Semta Seyrantepeyê serdanên malan wê werin kirin û broşûrên agahdarkirinê wê werin belavkirin. Di dîrokên 23-25î Mijdarê de jî bi standên ku wê li kampusa Zanîngeha Dîcleyê û li ber Mizgefta Mezin werin vekirin wê bigehêjin welatiyan.
Bîranîna jinên hatine kuştin wê bê zindîhiştin
Bi çalakiyên bîranînê yên ku bi hevkariya Meclisa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê pêk werin, armanc ew e ku hafizaya civakî zindî bê girtin. Di vê çarçoveyê de di 16ê Mijdarê de saet di 13.00an de li Parka Aştiyê ji bo bîranîna jinên hatine kuştin şitil (fîdan) wê werin çandin.
Di 20î Mijdarê de saet di 13.00an de jî li Wargeha Sumerparkê dar bi mebesta destnîşankirinê wê wekî “Dara Hafizayê” bê binavkirin. Navên jinên hatine kuştin wê di vê darê de bê zindîhiştin.
