Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Jin û Malbatan

Hevşaredar Bucak: Di avakirina aştîya civakî de divê perspektîfa azadîxwaz a jinan bibe bingeh

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di Komxebata Plana Çalakiyê ya Wekheviya Herêmî de diyar kir ku di avakirina aştîya civakî de divê perspektîfa azadîxwaz a jinan bibe bingeh û got: "Mecbûriyeta me heye ku em plana çalakiyê ya wekheviya herêmî di heman demê de veguherînin sazkirina aştiyê û polîtîkayeke aştiyê."

Komxebata Amadekariyê ya Plana Çalakiyê ya Wekheviya Herêmî (YEEP) ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya Bernameya Bajarên Jinparêz a Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) organîze kir, dest pê kir. Di komxebatê de diyarkirina pirsgirêk, bêwekhevî û pêdiviyên ku jin û keç li seranserê bajar rastî wan tên, nirxandina gihiştina xizmetên şaredariyê û pêşxistina pêşniyarên çareseriyê wê werin meşandin. Di çarçoveya xebata ku ji hêla Serokatiya Daîreya Politîkayên Jinan ve tê meşandin de, ji bilî xizmetên heyî yên şaredariyê, xizmet û sepandinên nû yên ku pêdivî bi wan heye jî wê werin destgirtin. Di komxebata ku li otêlekê hat li dar xistin de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevberdevkên Meclisê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Cîgira Sekreterê Giştî Zerin Türk, serokên daîreyan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û akademîsyen beşdar bûn.

Beşdariya jinan a di pêvajoyên biryardanê de hat tekezkirin

Serokê Daîreya Politîkayên Jinan Özden Gürbüz Sümer di komxebatê de axivî û diyar kir ku yek ji armancên bingehîn ên şaredariyê ku xebatên xwe bi perspektîfa rêveberiyên herêmî yên jinparêz, demokratîk û ekolojîk didomîne ew e ku politîkayên ku dê bihêlin jin di bajar de xwe azad, ewle û wekhev hîs bikin pêş bixe. Sümer anî ziman ku dema van politîkayan pêş dixin, ew giringiyê didin avakirina mekanîzmayên ku beşdariya çalak a jinan di pêvajoyên biryardanê de peyda dikin. Dilxweşiya xwe ya ji bo cihgirtina di Bernameya Bajarên Jinparêz de ku dibe sedem mafên bajarî bi perspektîfa wekheviya cinsiyeta civakî ji nû ve werin destgirtin, anî ziman.

Bi 11 rêxistinên civakî yên sivîl re hevkariyê hat sazkirin

Sümer diyar kir ku ji meha Gulanê ya 2025an vir ve di çarçoveya bernameyê de gavên giring avêtine û anî ziman ku bi 11 rêxistinên civakî yên sivîl re hevkariyê hat sazkirin û mekanîzmayên wekheviya herêmî ku ji hêmanên bingehîn ên bernameyê ne hatine jiyanê. Sümer ragihand ku di nav saziya şaredariyê de Yekîneya Wekheviyê û Lijneya Wekheviyê, li serokatiyên daîreyan jî masayên wekheviyê hatine avakirin û ji bo amadekirina Plana Çalakiyê ya Wekheviya Herêmî perwerdeyên berfireh hatine encamdan. Sümer diyar kir ku piştî perwerdeyan ketine pêvajoyeke dijwar a amadekariyê û anî ziman ku xebatxane wekî encamekê vê pêvajoyê û keda hevpar hatiye li dar xistin.

Perspektîfa wekheviyê wê ji pêvajoyên planirin û budceyê re bê veguhastin

Sümer diyar kir ku ew YEEPê wekî amûreke giring a planirin û şopandinê dinirxînin ku peyda dike perspektîfa wekheviya cinsiyeta civakî di nav hemû xizmetên peywendîdar ên şaredariyê, pêvajoyên planirin û budceyê de bibe yekbûyî. Sümer got ku di pêvajoya amadekariyê de wan armanc kiriye ku zaniya zanistî ya zanîngehê, ezmûnên qad û têkoşîna mafan ên rêxistinên civakî yên sivîl, derfetên saziyî yên cemaweriyê û ezmûnên jinan ên wekî kiryar bînin cem hev. Sümer anî ziman ku ew bawer dike ku xebatxane di vê rêyê de wê zemîneke xebatê ya bi berhem biafırîne. Hevşaredar Serra Bucak jî axaftina xwe bi silavkirina mêvanan, hevalên xebatê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên jinan, mudiriyetên jinan ên şaredariyên navçeyan û jinên ku di qadên tundiya li ser jinê, perwerde û îstihdamê de dixebitin dest pê kir û spasiya tîma Bernameya Bajarên Jinparêz a Neteweyên Yekbûyî ku pêvajoyê bi hev re dimeşînin û nûnera herêmî ya bernameyê kir.

'Parçeyekî giring ê planên demokratîk, wekhevîxwaz û azadîxwaz e'

Hevşaredar Bucak behsa nirxandinên li ser naverok, armanc, çarçove û hevbirîna bernameyê kir û diyar kir ku Bernameya Bajarên Jinparêz û plana çalakiyê ya wekheviya herêmî parçeyekî xebatên ku li bajar tên meşandin e û got: "Bajarên jinparêz û plana çalakiyê ya wekheviya herêmî ji bo me parçeyekî giring ê hemû planên demokratîk, wekhevîxwaz û azadîxwaz e ku hetanî îro ji hêla vê bajarî ve hatine meşandin." Hevşaredar Bucak anî ziman ku bername di heman demê de parçeyekî giring ê têkoşîna rêxistinkirî ya xweser a jinan, xebatên diyardariya jinan û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye ku hetanî îro li bajar hatine meşandin. Hevşaredar Bucak got ku dema Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tevlî Bernameya Bajarên Jinparêz bû, wan dizanibû ku wekî hemû dînamîkên bajarî, kedkarên ku di qada jinan de yên rêveberiyên herêmî de dixebitin û xebatkarên ku politîkayên jinan dimeşînin di gelek mijaran de amade ne. Bucak diyar kir ku wan bi tîma Neteweyên Yekbûyî û nûnerên herêmî re xebateke lihevhatî û giring meşandiye û spasiya yên ked dane kir.

'Em komxebatê wekî ast û sînorekî giring dibînin'

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew Komxebata Amadekariyê ya Plana Çalakiyê ya Wekheviya Herêmî ji bo Bernameya Bajarên Jinparêz wekî ast û sînorekî giring dibînin û anî ziman ku beşdariya beşdarvanan dê di xurtkirin û sepandina planê de bibe diyarxaker. Hevşaredar Bucak axaftina xwe wiha domand: "Ez dixwazim gelek spasiya hemû hevalên ku li ser van masayên xebatê ked, fikir, gotin û ezmûna xwe bînin vir û di xurtkirina vê planê de û di pêvajoya pêş de di sepandina wê de dê bibin alîkar bikim."

Beşdariya wekhev û çalak a jinan di jiyana bajarî de

Hevşaredar Bucak got ku piştgirîkirina beşdariya wekhev û çalak a jinan di jiyana bajarî de ne hêsan e û diyar kir ku politîka, fikir û pêşniyarên di vê qadê de di cihêkî giring de rawestiyaye. Hevşaredar Bucak tekez kir ku divê gihiştina wekhev û ewle ya jinan a ji bo perwerde, tenduristî, îstihdam, veguhastin, jiyana civakî û xizmetên din ên bajarî bê piştgirîkirin. Bucak anî ziman ku di rêveberiyên herêmî de ji bilî temsiliyeta di mekanîzmayên biryardanê de, divê hêza gotinê û xwedîgotinê ya jinan ku ji temsiliyeta wan derbas dibe jî bê piştgirîkirin û xurtkirin. Hevşaredar Bucak behsa giringiya derxistina pêş a perspektîfên beşdar, vegirtî û wekhevîxwaz di planirin û sepandina xizmetên şaredariyê de û belavkirina rêbazên di vê rêyê de kir û got divê parastina mafên jinan û têkoşîna li dijî cudakarîya li ser bingehê cinsiyeta civakî bibin hêmana bingehîn a politîkayên rêveberiya herêmî. Hevşaredar Bucak diyar kir ku rêbaz û şêweyên têkoşîna li dijî her cure cudakarîya li ser jinê di nav pêşengiyên bernameyê de cih digirin û van pêşengiyan karakterê bernameyê derdixin holê.

'Qadên me yên ku hatibûn xerabkirin em ji nû ve û pir xurtir ava kirin'

Hevşaredar Bucak diyar kir ku wan li Amedê bi jinan re di gelek qadan de rê biriye û anî ziman ku wan têkoşîna rêxistinkirî ya jinan ji sala 1999an heta îro anîne. Hevşaredar Bucak got: "Di pêvajoya qeyyûm a heşt salan de, qadên me yên ku hatibûn xerabkirin, girtin û tineyî hatibûn hesibandin me ji nû ve û pir xurtir ava kirin." Hevşaredar Bucak diyar kir ku li dijî politîkayên navendî yên ku jinan tineyî dihesibînin, nebînayî vedigerînin; di qada cemawerî de, di rêveberiyên herêmî de, di jiyana civakî de, di perwerde û îstihdamê de astengan dixin ber beşdariya wan, avakirina yekîtiya hêzê ne hêsan e û anî ziman ku pêvajoya ji vir û şûnde jî dê ne hêsan be. Hevşaredar Bucak anî ziman ku li hember geşbûn û mezinbûna têkoşîna rêxistinkirî ya jinan, hişmendiyek ku dixwaze vê têkoşînê nebînayî veguhêze û bibe asteng, wekî "sazîbûna mêran" hebûna xwe didomîne û wiha axivî: "Tiştekî wiha nebûya îro me di mijara tundiya li ser jinê û cinayetên jinan de tabloyeke ewqas reşbîn hem di bajarê xwe de hem jî li Tirkiyeyê di ast bilind de nedît. Ez dixwazim ji vir tekez bikim ku divê em xebat û politîkayên xwe yên peywendîdar di çarçoveya Bernameya Bajarên Jinparêz de bi awayekî lihevhatî bidomînin."

'Divê em aştiya civakî jî bi hev re bifikirin û biaxivin'

Hevşaredar Bucak di axaftina xwe de behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî kir û tekez kir ku di her qada ku jin azad in, dikarin gotina xwe bibêjin, mafên xwe yên ji jinbûnê çêdibin daxwaz dikin û dixwazin van mafan di civakê de bicih bikin, nîqaş bikin û bisipêrin, divê aştiya civakî jî bi hev re bê destgirtin. Hevşaredar Bucak ev ifadê bikar anîn: "Em di pêvajoya aştiya civakî, civaka demokratîk û avakirina aştiyê de ya ku em tê de derbas dibin; dizanin ku mijara aştî û jinê, civîna politîkayên aştî û azadîxwaziya jinan, civîna civaka aştîxwaz û wekhevîxwaz çi qas giring e." Hevşaredar Bucak diyar kir ku mînakên din ên cîhanê jî vê yekê nîşan didin ku li cihanê ku cudakarî, tundî û politîkayên bêwekhev ên li ser jinê hene, zexta desthilatdariyê zêde dibe; rûbirûyî rastiyekê dibin ku desthilatdarî politîkayên xwe yên aştî, fêmkirin û danûstandinê yên ji bo civakê winda dike. Anî ziman ku ew dixwazin di welat û bajarê xwe de aştiya civakî; politîkayeke bêtundî, bêşêlandin û ku cudakarî lê tune ye an kêm bûye bikin mijara welatiyan ji her beşê civakê û di serî de qada jinan û nîqaş bikin.

Di plana çalakiyê ya wekheviya herêmî de tekeza aştiyê

Hevşaredar Bucak diyar kir ku divê plana çalakiyê ya wekheviya herêmî bi avakirina aştiya civakî re bi hev re bê bîranîn û wiha got: "Ji ber vê yekê mecburiyeta me heye ku em plana çalakiyê ya wekheviya herêmî di heman demê de veguherînin sazkirina aştiyê û politîkayeke aştiyê. Divê em dizanibin ku rêya avakirina aştiya civakî ew e ku bi jinan re, jinan esas bigire, perspektîfa azadîxwaz a jinan esas bigire û politîkayeke wekhevîxwaz di civakê de bîne jiyanê." Hevşaredar Bucak diyar kir ku di komxebatê de ji perwerdeyê heta tundî û cudakarîya li ser bingehê cinsiyeta civakî, ji tenduristiyê heta aboriyê, ji xizmetên bajarî heta politîkayên din gelek mijar wê werin destgirtin û anî ziman ku ev nîqaş dê hêviyên aştiyê yên ji bo paşerojê jî şekil bidin. Hevşaredar Bucak got: "Îro li vir, di vê komxebatê de, li ser van masayan gava ku hûn hemû van nêzîkatiyên me yên derbarê plana çalakiyê ya wekheviya herêmî de diaxivin, hûn di heman demê de dê aştiya xwe, aştiya civakî û hêviyên xwe yên aştiyê yên ji bo paşerojê jî şekil bidin."

Spasiya ji bo beşdarên komxebatê

Hevşaredar Bucak ji bo ked û beşdariyên ku dê ji bo komxebatê re werin pêşkêşkirin spasiya xwe kir; ji Serokatiya Daîreya Politîkayên Jinan, Yekîneya Wekheviya Herêmî, hevalên xwe yên xebatê û hemû komîsyonên ku dê li pey re werin avakirin re serkeftin xwest. Hevşaredar Bucak axaftina xwe bi spasiya ji bo mudiriyetên jinan ên şaredariyên navçeyan, jinên ku di qadên tundiya li ser jinê, perwerde û îstihdamê de dixebitin û nûnerên Neteweyên Yekbûyî re bi dawî kir.

Tê armanckirin ku YEEP a yekem heta dawiya salê bê amadekirin

Kordînatora Qada Herêmî ya Bernameya Bajarên Jinparêz a Tirkiyeyê ya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) Naz Hıdır jî di komxebatê de axivî û diyar kir ku bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re asteke giring hat derbaskirin û spasiya her kesê ku di dirêjahiya pêvajoyê de ked dane, bi taybetî Serokatiya Daîreya Politîkayên Jinan, Yekîneya Wekheviyê, masayên wekheviyê, Komîsyona Wekheviyê û Lijneya Wekheviyê kir. Hıdır diyar kir ku ew armanc dikin ku bi piştgiriya teknîkî ya Bernameya Bajarên Jinparêz, plana çalakiyê ya wekheviya herêmî ya yekem a şaredariyê berî ku sala 2026an bi dawî bibe amade bikin û anî ziman ku xebatên ku tên meşandin nîşan didin ku dê bi ser bikevin. Tekez kir ku plana herêmî dê bi beşdariyên pispor û nûnerên civaka sivîl ên ku herêmê herî baş nas dikin bê amadekirin.

Di şeş qadên tematîk de pirsgirêk û çareserî wê werin nîqaşkirin

Piştî axaftinên vekirinê, bername wê bi pêşkêşiya nûnerên UNFPAyê ya derbarê Bernameya Bajarên Jinparêz III de û veguhastina armanc û pêvajoyên amadekariyê yên YEEPê berdewam bike. Di komxebatê de dê di du rûniştinên sereke de li şeş masayên tematîk xebatên grupî werin meşandin. Li masayan sernavên “Hêzbûna Aborî û Îstihdam”, “Tenduristî”, “Perwerde”, “Xizmetên Bajarî”, “Temsilî û Beşdarî” û “Tundî û Cudakarîya li ser Bingehê Cinsiyeta Civakî” wê werin destgirtin. Di nîveka yekem a rojê de rewşa heyî û analîza pirsgirêkan wê bê kirin. Di rûniştinên piştî nîvro de jî pêşniyarên çareseriyê yên berbiçav, rola şaredariyê û nîşanderên performansê yên ku di şopandina sepandinan de werin bikaranîn wê werin diyar kirin. Xebatxane wê bi nirxandinên encamê û rûniştina girtinê bi dawî bibe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan