Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çêkirin, Sexbêrî û Çaksaziya Rêyan

DBByê li navenda bajêr û gundan nêzî 638 hezar ton asfalt rêt

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), di navbera salên 2024-2026an de li navenda bajêr û 14 navçeyên gundewarî bi giştî 637 hezar û 951 ton asfalt rêt. Di serdema ku kolan û bulwar hatine nûkirin û rêyên nû yên îmarê hatine vekirin de, ji bo şaredariyên navçeyan û saziyan jî 50 hezar û 310 ton piştgiriya malzemeyan hatiye dayîn.

Serokatiya Daîreya Avakirin, Lênêrîn û Temîrkirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku têkildarî xebatên rê yên di navbera salên 2024-2026an de hatine meşandin şaredariyên navçeyan bi awayekî rast agahdar bike û xebatên pêşerojê bi koordîneya bi şaredariyên navçeyan re bimeşîne, li Salona Meclisê ya Şaredariya Bajarê Mezin pêşkêşiyek pêk anî.

Di pêşkêşiyê de Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Emîn Ay, Hevberdevkên Meclisa DBByê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, hevşaredarên navçeyan, Sekreterê Giştî Serdar Bakiroglu û berpirsên yekîneyên peywendîdar amade bûn.

Di pêşkêşiyê de rêjeya asfalta germ a ku li ser rêgeyên sereke yên navenda bajêr hatiye rêtin, nûkirina kolan û bulwaran, vekirina rêyên nû yên îmarê, serîlêdanên asfalt, beton û parkeyan ên li taxên gundewarî û rêyên komê û her wiha xebatên binesaziyê yên li navendên navçeyan hatin nirxandin.

Li navenda bajêr zêdetirî 350 hezar ton asfalt hat rêtin

Di çarçoveya xebatan de ku li navçeyên navendî bi koordîneya Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan ve hatine meşandin, bi giştî 350 hezar û 354,98 ton asfalt hat rêtin.

Li ser rêgeyên sereke û bulwarên ku di qada berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin de ne, li ser rêyek bi dirêjahiya giştî 34 hezar û 130 metreyî 206 hezar û 587,02 ton asfalt hat rêtin. Li kolan û kuçeyên ku di qada berpirsiyariya şaredariyên navçeyên navend de ne jî, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve li ser gûzergeheke bi dirêjahiya 53 hezar û 215 metreyî xebata asfaltkirinê ya 143 hezar û 767,96 tonî hat qedandin.

Li bulwaran rêkûpêkkirina peyarêk û ronahiyê

Li beşa 1,1 kîlomêtreyî ya Bulvara Selahedîn Eyûbî, bi qatên bingeh û asfaltê yên rê re 13 hezar û 947 metre çargoşe peyarêk hatin çêkirin. Li ser gûzergehê 48 xetên ava baranê û 81 stûnên ronahiyê yên xemilandî hatin bicihkirin, 250 darên çinarê hatin çandin.

Li beşa 1,9 kîlomêtreyî ya Bulvara Firatê ya di navbera Dîclekent û Kolana Kayapinarê de qatên asfaltê hatin rêtin, 100 xetên ava baranê û 120 stûnên ronahiyê hatin sazkirin. Di vê beşê de 20 hezar metre çargoşe peyarêk hate çêkirin dema ku xebatên peyarêkê yên li bulwarê berdewam dikin.

Li beşa 1,5 kîlomêtreyî ya bulwarê ya li herêma stadyûmê jî 14 hezar metre çargoşe peyarên parkeyê, 55 xetên ava baranê û 60 stûnên ronahiyê hatin çêkirin.

Li derdora Nexweşxaneya Bajêr binesaziya rê ya nû

Di çarçoveya xebatên têkildarî rêyên nû yên îmarê de, li kolonên Nazim Hikmet, Jiyan, Ebdulqadir Aksu, Leyla Qasim û Çarçirayê yên li derdora Nexweşxaneya Bajêr, xebatên kolandin, tijîkirin û rê yên gûzergeheke bi giştî 7 kîlomêtreyî hatin qedandin.

Li Yenîşehîrê li Bulvara Mîr Celadet 2 kîlomêtre rêya îmarê hat vekirin û 21 hezar metre sêka dîwarê keviran hat çêkirin. Li Bulvara Mîr Celadet û Kolana Meyti Dono de li ser qadeke bi giştî 90 dekarî serîlêdana nixumandina rûberî hat kirin.

Li navçeya Sûrê li herêma Teknokentê rêyek nû ya 2,2 kîlomêtreyî hat vekirin û li ser qadeke 40 hezar metre çargoşe asfalta germ hat rêtin. Li beşa 1,4 kîlomêtreyî ya Kolana Birqleynê jî xebata asfalta germ hat kirin. Li kolanên Birqleyn û Biroyê bi giştî 15 hezar metre sêka dîwarên keviran hatin çêkirin.

Li navçeyên gundewarî zêdetirî 287 hezar ton asfalt hat rêtin

Li navçeyên gundewarî û rêyên taxên pêve girêdayî di sala 2024an de 70 hezar û 58,15 ton, di sala 2025an de 90 hezar û 236,51 ton û di sala 2026an de jî 127 hezar û 301,71 ton asfalt hat rêtin.

Bi vî rengî di navbera salên 2024-2026an de li ser rêyên 14 navçeyên gundewarî û taxên wan ên bi wan ve girêdayî bi giştî 287 hezar û 596,37 ton asfalt hat qedandin.

Ji şaredariyên navçeyan û saziyan re piştgiriya malzemeyan

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bilî xebatên di qada berpirsiyariya xwe de, ji bo xebatên ku ji aliyê şaredariyên navçeyan û saziyên peywendîdar ve tên meşandin re jî ji plewta asfaltê piştgiriya malzemeyan dabîn kir. Di navbera salên 2024-2026an de li gorî daxwazên hatine kirin bi giştî 50 hezar û 310,95 ton malzeme hat şandin.

Serokatiya Daîreya Avakirin, Lênêrîn û Temîrkirina Rêyan, bi armanca ku toreke veguhastinê ya rehettir û ewledar pêşkêşî welatiyan bike, wê xebatên avakirin, lênêrîn û temîrkirina rêyan bidomîne.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan