Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevdîtina gel a li taxa Huzurevlerî: Em dikarin taxê bi destê hev xweşik bikin

Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, li taxa Huzurevleriyê bi welatiyan re hatin gel hev. Hevşaredarên ku daxwazên welatiyên taxê yên ji veguhastinê heta binesaziyê, ji paqijiyê heta qadên civakî guhdar kirin, diyar kirin ku ew ê çareyan bi tevlêbûna gel re hilberînin û peyama "Em dikarin taxê bi destê hev xweşik bikin" dan.

Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel, bi armanca ku welatî karibin daxwaz, pêşniyar û ramanên xwe rasterast ji rêveberiya şaredariyê re ragihînin, berdewam dike ku hevdîtinên gel li dar bixe. Di vê çarçoveyê de li taxa Huzurevleriya navçeya Peyasê hevdîtineke gel hate pêkanîn.

Hevdîtina ku niştecihên taxê eleqeyeke mezin nîşanî Parka Ehmed Arif da; Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, Hevserokên Rêxistina Navçeya Peyasê ya Partiya DEMê Sercan Dogan û Mehmet Yeşilbaş, Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, endamên meclisê yê ŞDBê, serokên daireyan û gelek welatî beşdar bûn.

Hevşaredar Serra Bucak di vekirina bernameyê de axivî û diyar kir ku ew dixwazin bi Şaredariya Peyasê re bi hev re ji bo taxa Huzurevleriyê bixebitin û da xuyakirin ku ew ji nîqaşên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan werin meşandin re vekirî ne. Hevşaredar Emîn Ay jî got: "Pirsgirêkên xwe ji me re bêjin. Em hatine ku we guhdar bikin. Em dixwazin hûn ji me re bêjin ku kîjan pirsgirêkên we hene û divê em pêşî li kîjanî binêrin."

Welatiyan daxwazên xwe anîn ziman

Di çarçoveya hevdîtinê de welatiyên ku li taxa Huzurevleriyê dijîn, yek bi yek gotin girtin û pirsgirêk, pêşniyar û daxwazên xwe gihandin hevşaredaran. Di vê çarçoveyê de welatiyan daxwaza xeta otobusê ji bo taxê, guhertina bajarî, çareseriyek li dijî girtina trafîkê ya ji ber trafîka qelebalix bi taybetî di dawiya hefteyê de, mala şînê û ji ber ku wesayîtên li nêzî dibistanan bi lez diçin xwestina astengên lezşikên (kasis) kirin. Ji aliyê din ve, welatiyan diyar kirin ku xebatên paqijiyê kêm dibînin û daxwaza qurs û pirtûkxaneyekê ji bo piştevaniya xwendekaran, rê, liho û kevirên parkeyê kirin. Zarokên ku di hevdîtina gel de axivîn hemî daxwaza qada sîng û hewzê ji hevşaredaran re ragihandin.

Hevşaredar Bucak: Em dikarin taxê bi destê hev xweşik bikin

Hevşaredar Serra Bucak li ser daxwazên welatiyan gotin girtin û diyar kir ku daxwazên derbarê veguhastinê de mafdar in, ew ê çareseriyê bibînin û xeteke otobusê bê avakirin. Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku par li taxa Huzurevlerî navendeke qursê û pirtûkxane hatibû vekirin û da xuyakirin ku di rojên pêş de li wê navendê qursa komputerê jî bê vekirin.

‘Me di xebata asfaltê de giranî da herêmên ku dahata wan kêm e’

Hevşaredar Bucak derbarê daxwazên asfaltê de bal kişand ser ku bajar piştî erdhejê gelek mezin bûye û got: "Teqwîmekî me yê asfaltê heye. Weke Şaredariya Bajarê Mezin me di mijara asfaltê de giranî da navçeya Baglarê. 20 sal bûn ku rêyên Baglarê nedihatin çêkirin. Pêşî divê mirov giraniyê bide herêmên ku dahata wan kêm e û di nava şert û mercên jiyanê yên dijwar de ne. Polîtîkaya me jî wisa ye. Weke Şaredariya Bajarê Mezin em ê erkên ku dikevin ser milê me bikin. Em ê bi hev re tiştên xweş bikin." Hevşaredar Bucak ji aliyê din ve diyar kir ku ji bo dermanxistinê di kanalîzasyonan de xebat hatiye destpêkirin û gotinên xwe bi gotina "Em dikarin taxê bi destê hev xweşik bikin" qedand.

Hevşaredar Emîn Ay: Em şaredariyê tenê wekî karekî nabînin

Hevşaredar Emîn Ay spasiya welatiyan kir ku beşdarî hevdîtina gel bûne û bal kişand ser ku danîna têkiliyek rast bi gel re û guhdarîkirin pir girîng e. Hevşaredar Ay got: "Bêguman em şaredariyê tenê wekî çêkirina rê an jî avakirina liho wekî karekî nabînin. Yanî şaredarî ji vê gelekî wêdetir e; nêzîkatiya me ya li ser mijarê, hembêzkeriya me, çarçoveya xizmetên şaredariyê ji vê gelekî berfirehtir e" û diyar kir ku armanca wan a herî bingehîn ew e ku di vî warî de bixebitin.

Hevşaredar Ay bal kişand ser girîngiya şaredariya gelparêz û axaftina xwe wiha domand: "Divê em rê, rêbaz û mekanîzmayên ku em ê xebatên şaredariyê bi gel re bi rê ve bibin ava bikin û van hîn zêdetir pêş bixin. Em dizanin ku gava em van mekanîzmayan, ev rê û rêbazan ava bikin û bixin meriyetê û biryaran bi gel re bigirin, wê xebat û xizmetên me bibin xwediyê taybetmendiyeke demokratîktir, serkeftîtir û encamên zelaltir bidin."

‘Em xwe li pişt hincetan nagirin’

Hevşaredar Ay tekez kir ku di dema borî de hin pirsgirêk û sedemên ku li pêşiya xizmetan dibûn asteng hebûn, lê belê rêveberiya şaredariyê qet xwe li pişt hınceta "xizmetên me nînin" negirtiye û got: "Bêguman em van sedeman dibînin, lê belê em xwe li pişt van nagirin û hınceta 'em nikarin xizmetê bikin' dernaxin pêş."

Hevdîtina gel, piştî ku hevşaredaran li taxê lêkolîn kirin bi dawî bû.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan