Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevşaredar beşdarî merasîma Xelatên Rojnamevaniya Jinan ên Gurbetelli Ersoz bûn

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, beşdarî merasîma Xelatên Rojnamevaniya Jinan ên Gurbetelli Ersöz bûn ku ji aliyê Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê ve hatibû organîzekirin.

Merasîma Xelatên Rojnamevaniya Jinan ên Gurbetelli Ersoz ku îsal cara duyemîn ji aliyê Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve hat lidarxistin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat. Ji bilî Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBMA) Serra Bucak û Emîn Ay, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokên Bajar ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (Partiya DEM) a Amedê Fatîme Ûzûl Levent û Yûnûs Muratakan, Hevserokê Bajar ê DBPê Ahmet Dogan, Parlamentera Partiya DEM a Amedê Adalet Kaya, Hevberdevka Meclisa ŞBMAyê Demet Ceylan, endamên meclisê, nûnerên rêxistinên civaka sivik, rojnamevan û welatî beşdarî merasîmê bûn.

Piştî axaftinên ku li merasîmê hatin kirin, xelat dan rojnamevanan.

Di xelata nûçeya vîdyoyî de xelata yekemîyê dan 'Hêvîya Vegerê'

Di Beşa Nûçeya Vîdyoyî de Xelata Yekemiyê dan xebata bi navê "Hêvîya Vegerê" ku ji aliyê Sewsen Elî û Meryem Reşo ve bi hev re hatibû amadekirin. Hevşaredar Serra Bucak, xelata rojnamevanan li ser navê wan radestî Medîne Olçen a ji Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê kir.

Spasî ji Hevşaredar Bucak bo rojnamevanên jin

Hevşaredar Bucak di dema dayîna xelatê de axivî û ev tişt gotin: "Ez hemû kedkarên çapemeniyê bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînim. Ez dixwazim bi minet hemû rojnamevanên jin ên hêja, rojnamevanên jin ên kedkar ên ku di şopa pênûsa bi rûmet a Gurbetelli Ersoz a gelekî bi qîmet de dimeşin û jiyana xwe di vê rêyê de ji dest dan, bi bîr bînim. Ez spasiya MKGyê û hemû rojnamevanên jin ên ku di şopa pênûsa Gurbetelli Ersoz de dimeşin û vê êvarê duyemîn xelatên rojnamevaniyê yên jinan li dar dixin, yek bi yek ji ber kedê wan re dikim û dibêjim ku hûn hene, baş e ku hûn hene."

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan