Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredaran tavgehên Rihayê saxtî kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li qadên serayên li taxa Qerealiyê ya girêdayî navçeya Eyyûbiyê ya Rihayê seh kirin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana tavgehên li taxa Qerealiyê ya girêdayî navçeya Eyyûbiyê kirin. Hevşaredar B

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li qadên serayên li taxa Qerealiyê ya girêdayî navçeya Eyyûbiyê ya Rihayê seh kirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana tavgehên li taxa Qerealiyê ya girêdayî navçeya Eyyûbiyê kirin. Hevşaredar Bucak û Hatun li qadên serayan ku bi avahiya termalan û çandiniya bê ax tê kirin û şitilên xemilandinê tên çandin geriyan û xebatên li serayan ji nêz ve dîtin.

Hevşaredaran bi cotkarên ku seracîtiyê dikin re der barê qonaxên pişkinînê, bandora aborî ya hilberînê li ser herêmê û bandora wê ya li ser xebata jinan nêrîn û boçûnên xwe parve kirin.

Di dema lêkolînan de Alîkarê Sekreterê Giştî Ozgur Yildiz, Serokê Daîreya Pêşxistina Çavkaniyan û Beşdariyan Mehdi Gumuş û endamên meclîsê li gel Hevşaredaran bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan