Hevşaredar Bucak tevî girtina 10emîn Pêşangeha Pirtûkan bû
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, ku di roja dawî ya 10emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê de hate qada pêşangeha pirtûkan, bi weşanxane û welatiyan re hevdîtin pêk anî.
10emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Koma Fûarcîtiyê ya TUYAPê ve bi hevkariya Yekîtiya Weşanxaneyên Tirkiyeyê û bi piştgiriya Jûreya Karsazî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) hat organîzekirin, bi dawî bû. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di roja dawî ya pêşangehê de ku di 26ê Îlonê de deriyên xwe vekiribû, stant ziyaret kirin û bi welatî û weşanxaneyan re civiya.
Hevşaredar Bucak, li qada pêşangehê geriya, bi weşanxane û hezkiriyên pirtûkan re hat cem hev, stant yek bi yek ziyaret kirin û der barê xebatên têne meşandin û eleqeya ku ji bo pêşangehê hatiye nîşandan gahî girt. Hevşaredar Bucak ku rastî eleqeya mezin a welatiyan hat, bal kişand ser girîngiya wêje û çalakiyên çandî yên di jiyana bajêr de.
Di dema serdanê de bi Hevşaredar Bucak re Hevberdevka Meclisa Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan û Endamê Meclisê Mahmut Yokuş jî kirin.
