Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevşaredar Bucak beşdarî meşa 25ê Mijdarê ya li Sêwregê bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li navçeya Sêwregê tevî meşa ku di çarçoveya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Ser Jinan a 25ê Mijdarê de hat lidarxistin û starta bernameyan hat dayîn, bû.

Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Ser Jinan a 25ê Mijdarê de starta çalakî û bernameyan li navçeya Sêwregê ya Rihayê da. Jinên ku li Parka Kanlikuyu ya li ser Cadeya Hurriyetê civiyan, bi dirûşm, tilîlî û çepikan heta Parka Lezgo meşiyan.

Di meşê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, Hevseroka Bajarê Amedê ya DEM Partiyê Fatime Uzul Levent, hevşaredarên navçeyan, nûnerên rêxistinên jinan û parlementerên DEM Partiyê cih girtin.

Jinên ku bi tundiyê ji jiyanê hatin qetandin hatin bibîranîn

Di daxuyaniya çapemeniyê de ku piştî meşê hate kirin, ji Xwîşkên Mîrabal ku di 25ê Mijdara 1960î de li Komara Domînîkê li dijî dîktatoriyê li ber xwe dan û hatin qetilkirin heta îro, hemû jinên ku bi tundiya mêr û dewletê ji jiyanê hatin qetandin hatin bibîranîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dê têkoşîn bê mezinkirin û jin ne bi tenê ne.

‘Em ê piştevaniya jinan mezin bikin’

Di daxuyaniyê de ku bang li jinan hat kirin ku birêxistin bibin û piştevaniyê bikin ev gotin hatin bikaranîn:

“Ev 25ê Mijdarê jî em ê mal bi mal, kolan bi kolan li dijî pergala mêrsalarî û tundiya mêran birêxistinkirina xwe domdar bikin. Em ê piştevaniya jinan mezin bikin, bi hêz û vîna xwe ya xweser ji bo avakirina civakeke bê tundî bixebitin. Banga me ji bo hemû jinan e; werin em bi hev re birêxistin bibin, em ê bi hev re aştiyeke mayînde, jiyaneke azad û wekhev birêxistin bikin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan