Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevşaredar Bucak li xebatên Naturapark û Parka Bajar a Mezopotamyayê venêrt

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li navçeya Peyasê li ser xebatên Naturapark a 300 hezar metreçargoşe ku dê goletên biyolojîk tê de hebin û Parka Bajar a Mezopotamyayê ya 211 hezar û 656 metreçargoşe mêze kir û li ser rewşa dawî ya xebatan agahî girtin.

Hevşaredar Serra Bucak ji bo ku kapasîteya qadên keskeşîn ên bajarî zêde bike û ji bo welatiyan qadên jiyanê yên nû ku bi xwezayê re di nav hev de ne ava bike, li ser cihê xebatan çavdêrî kir. Di vê serdanê de Hevberdevkê Meclîsa DBBê Ayhan Karatekin, endamên meclîsê û serokên daîreyan ên têkildar ligel Hevşaredar Bucak bûn.

Hevşaredar Bucak serdana qadên xebatê kir û ji tîmên teknîkî li ser rewşa dawî ya projeyan, teqwîma kar û xebatên binesaziyê agahiyên berfireh girtin. Hevşaredar Bucak xwest ku beşên têkildar hesasiyeta pêwîst nîşan bidin da ku proje di dema diyarkirî de, bi standardên bilind û li gorî hewcedariyên welatiyan bên temamkirin.

Li Parka Bajêr a Mezopotamyayê xebat bi hev re berdewam dikin

Hevşaredar Bucak û şandeya ligel wê, pêşî li Parka Bajêr a Mezopotamyayê ya li hevbira Bulvara Dîclekentê û Bulvara Mezopotamyayê mêze kirin.

Parka ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ve li ser qada 211 hezar û 656 metreçargoşeyî tê çêkirin, wekî qadeke jiyanê ya keskeşîn û civakî hat sêwirandin ku temenê her kesî dikare jê sûd werbigire. Di projeyê de tê plankirin ku kafeterya, pirtûkxaneyeka servekirî, tuwalet û qadên civakî hebin.

Di nav parkê de înşasaziya hişk a avahiyan û xebatên binesaziyê hatin temamkirin û dagirtina axa xav jî ber bi dawiyê ve çû. Binesaziya elektrîkê û pergalên avdanê li gorî bernameyê berdewam dikin, xebatên li ser zemînên hişk û xebatên rêyan li cihan cuda bi hev re tên kirin.

Naturapark li ser qada 300 hezar metreçargoşeyî bilind dibe

Hevşaredar Bucak piştî parkê, derbasî qada Naturaparkê ya li hevbira Bulvara Prof. Dr. Necmettin Erbakan û Bulvara Firatê bû.

Projeya Naturaparkê ku ji aliyê Daîreya Park û Baxçeyan ve tê meşandin, bi goletên xwe yên biyolojîk, sêwirana bêasteng û gihîştî, nêzîkatiya ekolojîk ku riwekên heyî diparêze û qadên xwe yên civakî ve wekî yek ji mezintirîn qadên keskeşîn ên bajarî tê çêkirin.

Li parkê xebatên binesaziyê û rêzkirina qadê berdewam dikin, kolana goleta biyolojîk, odeya makîneyê û odeya vakumê hatin temamkirin. Kolana rêya bîsiklêtan û dagirtina blokajê berdewam dike, xebatên xeta ava baranê, binesaziya elektrîkê û pergalên avdanê jî tên meşandin.

Goletên biyolojîk dê bi parzûnkirina xwezayî xwe paqij bikin

Li Naturaparkê dê goletên biyolojîk hebin ku bêyî madeyên kîmyewî (wekî klor) bi saya organîzmayên bikêr û pergalên parzûnkirina xwezayî xwe paqij dikin. Av bi rêya riwekên avê (wekî nîlûfer), masî û kevirên xwezayî dê paqij bibe. Ji bo parastina darên li qadê, cihê rêyên meşê û bîsiklêtan û goletan li gorî daristan hatin guhartin da ku zirar negehêje dar an neyên birîn.

Sêwirana bêasteng derdikeve pêş

Li şûna hewzên klasîk û klorî, bijartina goletên biyolojîk hem piştgiriyê dide ekosistemê hem jî tesarûfa enerjiyê dike. Park ji bo gihîştina hemû welatiyan hat sêwirandin. Li parkê dê rêyên bîsiklêt û meşê, amûrên fitnesê hebin ji bo piştgirîkirina jiyana saxlem.

Bi temamkirina Naturapark û Parka Bajêr a Mezopotamyayê re tê armanckirin ku Amed bibe xwedî du qadên jiyanê yên nûjen, domdar û lihevhatî bi xwezayê re.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan