Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Heyeta ASKFê serdana DBB'yê kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Serokê Giştî yê Federasyona Klubên Sporên Amator ên Amedê (ASKF) Remzî Dayan û endamên Cîbicîkar qebûl kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi Serokê Giştî yê Federasyona Klubên Sporên Amator ên Amedê Remzî Dayan û endamên Cîbicîkar ên pê re rûnişt.

Di hevdîtinê de rewşa heyî ya klubên sporên amator ên li bajêr, beralîkirina ciwanan a ber bi sporê ve û xebatên hevpar ên ku dikarin ji bo xurtkirina binesaziya sporê werin meşandin hatin nirxandin.

Di serdanê de Sekreterê Giştî yê DBB'yê Serdar Bakiroglu û Serokê Daîreya Xizmetên Sporê û Ciwanan Baran Yilmaz hevrêtî dan Hevşaredar Bucakê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan