Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Hevşaredar

Hevşaredar Bucak: Ji bo bersivdayîna pêdiviyên civakê divê em bi hev re bixebitin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di axaftina xwe ya li vekirina Kongreya Psîkolojiyê ya Mezopotamyayê de diyar kir ku encamên ji kongreyê derkevin dikarin bandorê li ser xebatên şaredariyê yên di warê xizmetên civakî û psîkolojiyê de bikin, û bal kişand ser girîngiya xebata kolektîf a ji bo dîtina bersivên li ser pirsên têkildarî pêdiviyên civakê û pêşvebirina xebatên di vî warî de.

Kongreya Psîkolojiyê ya Mezopotamyayê ku ji aliyê Komeleya Psîkologên Mezopotamyayê ve di 25, 26 û 27ê Îlonê de bi dirûşma “Mirov divê psîkolojiya xwe bi ziman û nasnameya xwe hîs bike” li Navenda Kongreyê ya DBB Alî Emîrî tê lidarxistin, dest pê kir. Di vekirina kongreyê de ligel Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevseroka Bajar a DEM Partiyê Gulşen Ozer, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin, endamên meclisa DBB’ê, serokên daîreyan, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û psîkolog amade bûn.

‘Encamên kongreyê dikarin bandorê li xebatên me bikin’

Hevşaredar Bucak di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan gelekî piştgiriyê dane kongreyê û bal kişand ser girîngiya wê. Hevşaredar Bucak anî ziman ku ew dixwazin ji kongreyê encamên pir ciyawaz bi dest bixin û got, “Ev encam dikarin bandorê li ser xebatên şaredariyê yên di warê xizmetên civakî an psîkolojiyê de bikin. Weke şaredarî em dixwazin xebatên di vî warî de pêş bikevin. Rê û rêbaz gelekî girîng in û her wiha weke rêveberên xwecihî em dixwazin bibînin ku em ji vî encamî çi fam dikin. Ev yek ji bo xebatên kolektîf gelekî girîng e.”

‘Em dixwazin bersivên pirsan li vir bibînin’

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku Şaredariya Bajarê Mezin di xizmetên xwe de pêdiviyên civakê li ber çavan digire û bal kişand ser wê yekê ku divê pêdiviyên jinan, zarokan, pîran û astengdaran çi ne, têkiliya di navbera ziman, psîkolojiye an xizmetên civakî de girîng e. Hevşaredar Bucak got: “Em dixwazin piştî vê kongreyê bersivên van pirsan li vir bibînin. Em dizanin ku ev yek ne ev qas hêsan e. Lê hêza me heye. Dem lazim e, hewldan lazim e û çavkanî jî lazim e. Her wiha plansaziya çalakiyê jî lazim e.”

‘Em ê bi hev re bi ser bikevin’

Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ji pêvajoyeke gelekî girîng a wekî pêvajoya aştiyê derbas dibin û di vê serdema krîtîk de bal kişand ser girîngiya xebatên psîkolojiyê di warê psîkolojiya civakê de. Hevşaredar Bucak wiha axivî: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo me gelekî girîng e. Em çawa dikarin piştgiriyê bidin vê pêvajoyê, ev pirseke me ya girîng e. Hêza me heye, em ê piştgiriyê bidin we; hûn ê piştgiriya me bikin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin jî di kongreyê de axivî û bal kişand ser girîngiya qada ziman û psîkolojiyê û tekezî li ser giringiya xebatên di vî warî de kir.

Xebata atolyeyê dê bê çêkirin

Piştî axaftinên vekirinê, kongre bi danişînên bi sernavên “Xebatên avakirina ziman û nasnameyê”, “Test û terapiya di pratîkên psîkolojiyê de” û “Cihê zimanê zikmakî, avakirina nasnameyê û înkarkirina wê” berdewam kir. Roja ewil a kongreyê dê bi xebata atolyeyê ya ku bê lidarxistin bi dawî bibe.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan