Li Taxa Medyayê xebata paqijiyê ya kolektif
Di çarçoveya kampanyaya “Bi keda kolektif bajêrên paqij” de li navçeya Peyasê li Taxa Medyayê; li kolan, kûçe, park, qadên hêşînayî û li nav avahiyên metruk xebatek berfireh a paqijiyê hate kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên ku ji bo afirandina qadên jiyanê yên paqij, tendurist û domdar dabû destpêkirin berdewam dike. Bi koordînasyona Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê; bi hevkariya şaredariyên Rezan, Peyas, Bajarê Nû û Sûrê kampanya “Bi keda kolektif bajarên paqij” li seranserê bajêr berdewam dike.
Di çarçoveya kampanyayê de ku bi beşdariya tîmên şaredariyê û welatiyan tê meşandin li cûrbecûr cihên 4 navçeyên navendî xebatên paqijiyê têne kirin. Çop û gemarên ku li kolan, kûçe, park, qadên hêşîn û avahiyên metruk de civiyane têne paqijkirin û qadên jiyanê yên hevpar tenduristtir têne kirin.
Li Taxa Medyayê paqijiya berfireh
Yek ji navnîşanên kampanyayê ya li navçeya Peyasê Taxa Medyayê bû. Tîmên şaredariyê û welatiyan, ligel kolan û kûçeyên taxê, li park, qadên keskeşîn û di nav avahiyên metruk de xebateke berfireh a paqijiyê pêk anîn.
Hevşaredarê Peyasê Cengiz Dundar, endamên meclisa şaredariyê û welatî beşdarî xebatan bûn. Welatiyên ku ligel tîmên şaredariyê piştgirî dan xebatan, ji bo paqijtiya qadên jiyanê yên hevpar keda xwe danîn holê.
Li 4 navçeyên navendî xebata hevpar
Bi vê kampanyayê ne tenê meşandina xebatên paqijiyê yên fîzîkî, di heman demê de xurtkirina hişmendiya jîngehê û girtina paqijiya bajar wekî berpirsiyariyeke hevpar tê armanckirin. Di vê çarçoveyê de tîmên şaredariyê li taxên cûrbecûr yên navçeyên Rezan, Peyas, Bajarê Nû û Sûrê xebatên xwe berdewam dikin.
Kampanya wê heta 21’ê Tebaxê berdewam bike
Kampanyaya “Bi keda kolektif bajarên paqij” ku di 10’ê Tebaxê de li Dortyola navçeya Rezanê hate destpêkirin, dê bi xebatên paqijî û agahdarkirinê heta 21’ê Tebaxê li seranserê bajêr berdewam bike.
