Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredariyê mazûvaniya nûnerên kooperatîf û odeyên hatûçûnê kir

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, mazûvaniya nûnerên kooperatîf û odeyên ku li bajêr di warê veguhestinê de dixebitin kir. Serok û endamên Lijneya Rêvebiriya Kooperatîfa Otobusên Gel a Taybet a Amedê, Odeya Xizmetkaran, Odeya Şofêr û Otombîlan û Odeya Ajokarên Mînîb

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, mazûvaniya nûnerên kooperatîf û odeyên ku li bajêr di warê veguhestinê de dixebitin kir.

Serok û endamên Lijneya Rêvebiriya Kooperatîfa Otobusên Gel a Taybet a Amedê, Odeya Xizmetkaran, Odeya Şofêr û Otombîlan û Odeya Ajokarên Mînîbusan, serdana Şaredariya Bajarê Mezin kirin. Nûnerên Kooperatîf û Odeyan bi kom li salona civînên meclîsê bi Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û Serokê Daîreya Veguhastinê Temel Cengîz re civînek li dar xistin.

Di civînan de pirsgirêkên hatinûçûnê yên li bajêr hatin nîqaşkirin, pirsgirêk hatin tespîtkirin, pêşniyarên çareseriyê hatin nîqaşkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan