Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Civîna meclîsa TBBê bi beşdariya Hevşaredaran pêk hat

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî civîna meclîsa asayî ya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê ya ku li Enqereyê hat lidarxistin bûn. Civîna Meclîsa Asayî ya meha cotmehê ya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) li Enqereyê pêk hat. Civîna ku di bin serokatiya Şaredariya B

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî civîna meclîsa asayî ya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê ya ku li Enqereyê hat lidarxistin bûn.

Civîna Meclîsa Asayî ya meha cotmehê ya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) li Enqereyê pêk hat. Civîna ku di bin serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û Serokê TBBê Ekrem Îmamoglu, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û şaredar, endamên meclîsê de li avahiya Navenda Giştî ya TBBê hat lidarxistin, amade bûn.

Di civîna meclîsa TBByê de "Plana Stratejîk a 2025-2029", "Rêziknameya Rêxistina Sendîkayê", "Afirandina Karmendan/Betalkirin û Guhertina Karmendan/Pole û Damezrandina Midûriyetan û Guhertina Navên Midûriyetê", "Tayinkirina heqdestên xebatkarên bi peyman", "2025 Bernameya Performansê", "Bûdçeya Malî ya 2025an", "Li Brukselê Vekirina Ofîsa Têkiliyan a TBByê", "Hilbijartina ji bo endamtiya meclîsa vala" hatin nîqaşkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan