Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî xwaringeha gel vedike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî welatiyên xwe bike, pêkanîna Xwaringeha Gel pêk tîne. Li Kuçeya Hunerê ya navçeya Yenîşehîrê di xwaringeha ku rojane hezar kes lê heye dê 4 cureyên xwarinê bên dayîn. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zêdeki

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî welatiyên xwe bike, pêkanîna Xwaringeha Gel pêk tîne. Li Kuçeya Hunerê ya navçeya Yenîşehîrê di xwaringeha ku rojane hezar kes lê heye dê 4 cureyên xwarinê bên dayîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zêdekirina refah û bextewariya gel, xebateke nû li projeyên xwe zêde dike. Şaredariya Bajarê Mezin a ku li gorî feraseta şaredariya civakî ji bo kêmkirina ferqa di navbera dabeşkirina dahatê de tevdigere, ji bo ku xwarinên erzan, paqij, xweş û pêbawer pêşkêşî gelê bajêr bike, Projeya Xwaringeha Gel dimeşîne.

Dê di menûyê de 4 cureyên xwarinê hebin

Xwarinên 4 celeb dê li Xwaringeha Gel ya ku ji bilî yekşemê her roj di navbera saet 12.00-17.00an de vekirî be, bê dayîn. Xwaringeha Gel, ku bi taybetî wekî şûngeha xwendekar û xwendekarên kêm-dahat tê hesibandin, ji bo ku bikaribe rojê ji hezar kesî re xizmet bike, hate damezrandin.

Di demeke nêz de vedibe

Li Taxa Kooperatîfan a navçeya Yenîşehîrê li Kolana Hunerê Yekemîn Xwaringeha Gel a ku dê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin da xizmetê bike, bê vekirin. Şaredariya Bajarê Mezin li gorî hewcedarî û daxwazê plan dike ku hejmara Xwaringehên Gel zêde bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan