Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredaran serdana DTSO'yê kir

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, çûn serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê. Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) kir. Hevşaredar li gel Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk û

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, çûn serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê.

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) kir. Hevşaredar li gel Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk û endamên meclîsê ji aliyê Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Seroka Meclîsa DTSOyê Nevîn Îl û endamên rêveberiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredaran bi Serokê DTSOyê Kaya û endamên desteya rêveber re yek bi yek hevdîtinek pêk anîn.

Hevşaredaran ji ber qebûlkirina wan spasiya Serokê DTSOyê Kaya û endamên lijneyê kirin.

Serokê DTSOyê Kaya katalogek bi prestîj ku çand, tûrîzm û dîroka Amedê vedibêje pêşkêşî Hevşaredaran kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan