Ji bo bîranîna Mehmed Uzun dîwana dengbêjan
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo bîranîna Nivîskar Mehmed Uzun konsera dengbêjiyê û axaftinek li dar xist.
Di çarçoveya çalakiyên bibîranîna Nivîskar Mehmed Uzun de di bin pêşengiya Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî de sohbet hat kirin. Biraziya Mehmed Uzun Zara Uzun, nivîskar Salîh Agir Qoserî û Mahmut Îldogan wek axaftvan beşdarî "Sohbeta li ser roman û edebiyata Mehmed Uzun" a bi moderatoriya Rohat Bulut li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmedê hat lidarxistin, bûn. Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî Çagla Sanay, xwendevanên Uzun û edebiyatê beşdarî sohbetê bûn.
Beşdaran bal kişandin ser roman û wêjeya Nivîskar Mehmed Uzun ku yek ji kevirên bingehîn ên wêjeya Kurdî ye.
'Edebiyata Muhmed Uzun edebiyata sirgûnê ye'
Nivîskar Salih Agir Qoserî û Mahmut Îldogan li ser jiyana Mehmed Uzun û serpêhatiya wî ya nivîsandina bi zimanê dayikê axivîn. Qoserî anî ziman ku Mehmed Uzun li Swêdê dest bi nivîsandinê kiriye û pirtûkên xwe li wir dinivîse û ji ber vê yekê wêjeya Mehmed Uzun li sirgûnê ye.
Biraziya Mehmed Uzun, Zara Uzun jî behsa bîranînên ku Mehmed Uzun di jiyanê de dîtiye, kir. Wê diyar kir ku dema ku li Radyoya Êrîvanê ku saet û nîvekê bi kurdî weşana xwe dikir, di demên ku kurdî qedexe bû de guhdariya xemgîniya Mehmed Uzun dîtiye.
Konsera Dengbêjiyê hat lidarxistin
Li Mala Dengbêjan ji bo bîranîna Mehmed Uzun konsera dengbêjiyê hat lidarxistin. Dengbêj Hesenê Şilbê, Îbrahîmê Pîrikî, Silhedînê Gozelî û Keremê Şemo ku beşdarî konsera Dengbêjiyê bûn, kilamên herêma Amed û Serhedê gotin.
