Aşxaneya fitarê hat kontrolkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, kontroleke li dezgehên ku xwarinên fitarê çêdikin, pêk anî.
Şaredariya Bajarê Mezin, di bin konên iftarê yên ku li Meydana Deriyê Çiyê, Nexweşxaneya Lêkolînê ya Gazi Yaşargil (Arebeya Mobîl), Parka Ben û Senê ya Navçeya Yenişehirê û Parka Tendûrê ya Navçeya Baglarê vekir de, rojane ji 6 hezar û 500 kesî re xwarinên fitarê dabîn dike.
Ekîbên Kontrola Xwarinê yên ser bi Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê û Şaxa Rêveberiya Beyteriyê ve, ji bo ku gel bigihîje xwarineke tendurist, li aşxaneyên dezgehê yên ku ji bo konên fitarê xwarinê dipêjin, kontrolên tenduristî û hîjyenê pêk tîne.
Aşpêjên xwarinê û diyetîsyenên pispor, ji destpêka wergirtina malên xwarinê ve heta hilberîn û belavkirinê kontrolê dikin.
Di van kontrolan de, ji bo pêşîgirtina li jehrbûna xwarinê, ji xwarinên cuda numûne tên girtin û kontrol kirin.
Di kontrolan de, lihevhatina hîjyena dezgehê, mercên parastina madeyên di xwarinê de, agahiyên ser etîketan, dîroka dawîn a bikaranînê û mercên hilberîn û belavkirina xwarinê têne kontrolkirin.
Ekîbên Kontrola Xwarinê yên Şaredariya Mezin di domahiya Remezanê de kontrolên xwe berdewam dikin, da ku gel bikare fitara xwe bi tenduristî bike.
