Şaredarîyê amadekariyên xwe yên zivistanê qedandin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatî demsala zivistanê bê pirsgirêk derbas bikin, amadekariyên xwe temam kirin.
Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê, ji bo ku di mehên zivistanê de pirsgirêkên di şebekeya rêyên li navenda bajêr û bejahiyan de bên helkirin û neyên astengkirin, amadekariyên xwe temam kirin. Midûriyeta Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê ya ku dê bi 100 karmend û 62 makîneyên kar li 17 navçeyên bajêr li dijî berf û qeşayê têbikoşin, wê 1200 ton xwê, 16 grader, 9 scop, 10 wesayîtan li berfirmalînê dabîn bike. Li navçeyên navendî û bejahiyê ligel wesayitên maliştina berfê û xwêkirinê, 6 barkêş, 20 pîkap û 10 barhilgirên behrê jî hene.
Şaredariya Bajarê Mezin, li dijî her rewşeke neyînî ya ku çêbibe dê bi hevrêziya şaredariyên navçeyan re xebatên xwe bimeşîne.
Ji bo di têkoşîna li dijî berfê de xizmetguzarî qut nebe, welatî dê her rewşên neyînî yên ku rû bidin ji xeta Alo 153 re ragihînin.
Tîm ro 24/7 saet di hişyariyê de ne
Serokê Daîreya Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê Ozgur Tekîn destnîşan kir ku ew ji bo li dijî berf û cemedê li ser esasê roj 24/7 saet amade ne. Tekîn wiha got: “Ekîbên me ji bo welatiyên me ji şert û mercên nebaş ên hewayê û berfê tengav nebin 24/7 di amadebaşiyê de ne. Hemwelatiyên me ji bo tengasîyên ku rû bidin, dikarin bi rêya ALO 153 bi me re têkilî daynin. 10 wesayitên me yên maliştina berfê û xwêkirina dijî qeşagirtineke muhtemel di amadebaşiyê de ne. Em ê li kuçe û bulvarên sereke bi wesayitên xwêkirinê li nuqteyên ku em hewce dibînin bixebitin."
