Guzeloglu behsa projeya Silîva kir

 

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, di 3yemîn Şêwra Çandinî û Daristanê de der barê geşedana sewalvaniyê li herêma Diyarbekirê de axivî û got ku bi pêkhatina projeya Silîva Diyarbekir dê di warê çandinîyê de barê herêmê hilde.   

Walî Hasan Basrî Guzeloglu, di civîna Nirxandina Pirsgirêkên Sewalvaniya Koçerî û Pêşniyarên Çareseriyê de amade bû. Civîn ji aliyê Midûrtiua Çandiniya Bajêr a Diyarbekirê ve bi navê 3yemîn Şêwra Çandinî û Daristanê ve hate lidarxistin.

Civîn, li otêleka Yenîşehrê ya Diyarbekirê bi beÅŸdariya Walî Guzeloglu û giregirên bajêr bi rê ve çû. Di civînê de pirs û pirsgirêkên der barê çandinî, sewalvanîyê de hatin axaftin û behsa projeyan hate kirin. Di civînê de potansiyela herêmê hate nirxandin û giringiya projeyan hate nirxandin. Â