Mizrakli, em ê bi hev re bixebitin û bi ser bikevin

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, di serdana esnafan de bi gel re hevdîtin pêk anî û got, em ê biryarên têkildarî bajêr bi hev re wergirin û bi hev re bixebitin û bi ser bikevin.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, ligel Hevşaredarên Sûrê Cemal Ozdemîr ^Filiz Buluttekîn li ber Mizgefta Mezin bi gel re hevdîtin pêk anîn, li Çarşiya Şewitî jî bi esnafan re hevdîtin pêk anîn. Mizrakli, heyamekê bi welatiyan re sohbet kir, guhdariya daxwaz û pêşniyazên wan kir û got, der barê bajêr de em ê bi hev re biryarê wergirin, bi hev re kar bikin û bi hev re bi ser bikevin.

Mizrakli, gel turîstên xweyanî û biyanî rûnişt

Hevşaredar Mizrakli, bi turîstên xweyanî ku ji Stenbolê hatine da ku li şûnwarên turîstîk û dîrokî bigirin rûnişt, her weha Mizrakli rûniştinek jî gel turîstên biyanî kir ku ji Fîlîpînan hatine Amedê. Mizrakli bal kişand ku divê li dijî hemû neheqî û bêdadiyan wek blok rawestin û got, “Bo nimûne, ji bo neheqiya vê derê ku li Baglarê pêk hat, divê Stenbolê bi dengekî berz nerazîbûn diyar bikira. Xelkê Diyarbekirê dersa demokrasiyê da hemû Tirkiyeyê. Me got hêza we kêm e, em dopîngê didin we. Te dî, em dikarin bi ser bikevin, lê divê em bi hev re bin.” Turîstan jî da zanîn ku ew ê tev bi hev re bi ser bikevin û gotin her tişt dê gelek xweş be.  

Mizrakli bi geştyarên Fîlîpînî re jî sohbetek gerand, bi îngilîzî axivî û got ku ew gelek kêfxweş bûye ku mêvanan li Amedê dibîne. Pê re bi hev re wêne girtin.  

Em ê pirsgirêkên esnafan çareser bikin

Mizrakli piştî sohbeta gel welatiyan, serdana esnafên Çarşiya Şewitî kir. Mizrakli guhê xwe da pirsgirêkên esnafan û got ku ew bo çareserkirina kêşeyan dixebitin. Mizrakl, ji ber eleqeya jidil û germ a esnafan spasiya xwe kir û pê re Mizrakli gel xelkê ku li sûk û bazarê danûstandin dikir sohbet kir.

Mizrakli serdana Dezgehên Civakî ya Hewselê kir

Piştî serdana esnaf û welatiyan Mzrakli berê xwe da Qesra Gaziyê ya bi ser Şaredariya Bajarê Mezin û li Dezgehên Civakî yên Hewselê rûnişt. Mizrakli, li xwaringeh, qehwexane û dawetxaneya dezgehî geriya û agahî ji xebatkaran wergirt.  

Mizrakli bi xebatkaran re

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, serdana Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenî, Serokatiya Daîreya Bajarvanî û Avedaniyê, Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina Jîngehê û Serokatiya Daîreya Nivîs û Biryaran kir û bi xebatkaran re hevdîtin pêk anîn. Di serdanan de Mizrakli bal kişand ku krîza aborî bandora xwe daye der û xwest ku çavkanîyên berdest baş û rast bêne bikaranîn.  

Salname Lêgerîn

« Gulan 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31    

HAVA DURUMU

Cloudy

18°C

Diyarbakır

Cloudy

Humidity: 76%

Wind: 4 km/h

  • 24 May 2019

    Mostly Cloudy 33°C 15°C

  • 25 May 2019

    Scattered Thunderstorms 32°C 16°C