Cemiyeta Rojnamegeran serdana Mizrakli kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed Dr. Selçûk Mizrakli endamên Cemîyeta Rojnamegerên Başûrojhilat pêşwazî kirin û got, “Meqamê herî mezin ê darazê gel e. Aliyên ku di nava gel de vê pêvajoyê çavdar dikin divê piştgiriya wan bête kirin.”

Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Başûrojhilat (GGC) Veysî Îpek û endamên cemîyetê, serdana Hevşaredar Dr. Selçûk Mizrakli kir. Di serdanê de pirsgirêkên Amedê hatin axaftin û der barê çareseriya wan de bîr û ray hatin parvekirin.

Hevşaredar Mizrakli bal kişand ser giringiya yekitî û hevgirtinê û got, “Hevgirtin, dewlemendiyeka herî mezin e. Di raboriyê de di demên gelek krîtîk de em ba hev sekinin, me bi hev re gotina xwe kir û bi hev re soz dan. Niha em gihîştine bejahiyê, êdî dema xebatê ye. Lewre em ê bi ruhê seferberîyê daxwazên gelê xwe çareser bikin û hêviya wan geş bikin. Carina em ê li vê derê qenciyên xwe par ve bikin, kêmasîyên xwe rexne bikin. Divê em li vir amade bin. Gava kêmasiya me çêbû, ji me re bibêjin. Dilê me bi vê namîne, berevajî em divê ji rexneyan hêzê werbigirin û xurt bibin. Pîvana herî sereke gel e. Divê em vê di nav gel de bi pêş bixin da ku jê hêzê werbigirin.”

Serokê GGCê Veysî Îpek jî got, “Ji bo rastiya civakê, ji bo kêmasî bên çareserkirin carina li ser navê cemaweriyê dê rexneyên me hebin. Hêvîdar in bo Amedê baş be. Xizmet bo hemû qadên civakê wekhevî bê kirin. Em ê hem piştgiriya xwe li we bikin hem jî rexneyên xwe bibêjin.”   

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30 31