Qeydên Dibistanên Spora Zivistanê dest pê kir

Qeydên bo dibistanên spora zivistanê ya bêpere, di bin banê Serokatîya Daîreya Xizmetên Sporê û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin de dest pê kir.

Serokatîya Daîreya Xizmetên Sporê û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, bi talîmata Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, bi mebesta tevkariya zîhnî, ruhî û bedenî ya zarokan dibistanên spora zivistanê pêk tîne, mebest ew e zarok û ciwanan arasteyî werzîşê bikin. Rahênanên sporê li Dezgehên Sporê Yên Şaredariya Bajarê Mezin tên kirin, di gelek branşên sporê de xizmetguzarî tê meşandin.   

Serokatîya Daîreya Xizmetên Sporê û Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin, di fêrgehên spora zivistanê ya Tesîsên Sporê yên Şaredariya Bajarê Mezin de kursên; atletîzm, badmînton, basketbol, jimnastîk, werzîşa bo astengdaran, fîtness, futbol, karete, kick boks, tenîsa maseyê, oryantiring, otizim, kişik, tenîs û voleybolê tên dîtin û qeydên wan dest pê kirin.  

Ji bo qeydan li Sumerparkê dikarin serlêdan li Seroaktîya Daîreya Xizmetên Spor û Ciwanan bêne kirin. Kurs tevahiya zivistanê dewam dikin.  .

Salname Lêgerîn

« Sibat 2020 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29