Guzeloglu di merasîma Hefteya Perwerdeyê de

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, beşdarî Merasîma Pîrozbahiya Hefteya Perwerdeyê bû û dersa ewil a salê da. Pîrozbahî li Dibistana Mewlana ya li Peyasê bi rê ve çû. 

Walî û Cîgirê Şaredar Hasan Basrî Guzeloglu, beşdarî Merasîma Pîrozbahiya Hefteya Perwerdeyê bû. Di merasîmê de ligel Walî Guzeloglu, parlamenter Oya Eronat, Midûrê Giştî yê Perwerdeya Dînî ya Wezareta Perwerdeya Mîlî Nazif Yilmaz, Alîkarê Walî Nihat Karabiber, Qeymaqamê Peyasê Unal Koç, Şaredarê Baglarê Huseyin Beyoglu, Midûrê Asayîşê Tacettin Aslan, Midûrê Perwerdeya Bajêr Feysel Taşçier, midûrên saziyan, rêveberên Midûrtiya Milli Egitimê, mamoste, malbat û xwendekar di merasîmê de amade bûn. Merasîmê, bi rêzgirtin û xwendina Sirûda Îstiqlalê dest pê kir. Xwendekaran der barê Hefteya Perwerdeyê de helbest xwendin.   

Midûrê Perwerdeya Milli ya Bajêr Feysel Taşçier der barê giringiya rojê de axaftinek kir. Midûrê Giştî yê Perwerdeya Dînî ya Wezareta Perwerdeya Mîlî Nazif Yilmaz jî der barê rojê de axaftinek kir û got bila sala perwerdeyê ser xêr û xweşiyê be. Paşê Walî Guzeloglu axaftinek kir û got ku li Diyarbekirê îro di hezar û 709 dibistanan de, 506 hezar xwendekar, zêdetirê 23 hezar mamosteyî re me dest bi dersa xwe ya ewil kir. Guzeloglu weha axivî: “Em ê di sala perwerdeya îsal de li hemû dibistanên Diyarbekirê ligel 17 navçeyan û her kuncikê wê bala xwe bidine ser xwendekarên xwe. Şagirt emanetê me ne û em ê wan bi bawer, dilşah bo siberojê amade bikin. Ev zarokên me siberoja welatê me ne.”

Rêzdar Walî Guzeloglu di axaftina xwe de behsa giringiya perwerdeyê kir, xwedîderketina li zarokan tekez kir û behsa xebatên bo xwendinê, xebatên li hawirdora xwendegehan û dabînkirina nava wan bi berfirehî kir.          

Li tevahiya Diyarbekirê dersa blok hat rakirin

Walî Guzeloglu bal kişand ku ew ê derfetên walîtî û şaredariyê ji bo bilindkirina asta perwerdeyê terxan bikin, ji bo hindê tevdîrên wan hene û got, “Her dibistan dê bibe şulhek ronahî û derdora xwe şewq bide. Ne tenê di saetên dersan de, her weha bi aktîvîteyên sosyal hefteyê 7 roj bîstûçar saet ew ê hewl bidin dibistan bibn navendên ilm û zanînê. Ew ê binesaziya fîzîkî ya dibistanan baş bikin, ew ê piştgiriya kursên sosyal û sportîf bikin. Ew ê di bin navê bexşî de nehêlin çi pere j içi xwendekar û malbatên wan bêt wergirtin.” Walî Guzeloglu, pîrozbahî li destpêkirina sala perwerdeyê kir û destxweşî li hemû malbatên xwendekaran kir, ji hemû şagirt û xwendekaran re jî serkeftin xwest.   

Walî Guzeloglu û şanda pê re piştre li sinifan gerîyan. Guzeloglu dersa ewil ya salê da û daxwaza serkeftinê li xwendekaran kir, çentikên ku tê de kelûpelên xwendegehên heyî jî, diyarî xwendekaran kirin.  

Piştî pîrzobahiyê, Walî Guzeloglu û şanda pê re serdana Kayapınar Şehit Halit Gülser Kız Anadolu İmam Hatip Lisesiyê kir û li gel xwendekaran rûniştinek pêk anî. Di serdanê de bav û birayê Şehît Halit Gulser jî amade bûn, Walî Guzeloglu di xweşbêja bi xwendekaran re hêviyên wan ji siberojê pirsîn. Serdan bi bexşandina diyariyan bi dawî bû.

Salname Lêgerîn

« Îlon 2019 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30            

Hemû Nûçe