Pêşangeha 'di kûba spî de tiştekî nû nîne' hate vekirin

Bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pêşangeha tevlihev a bi navê "Di Kûba Spî de Tiştekî Nû Nîne" li Galeriya Hunerê ya Sûmerpark Amedê hate vekirin.

Pêşangeha Diyarbekir Sanat Însiyatîfî (Însiyatîfa Hunerê ya Amedê) ku bi tevkariyên Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat, berhemên hunermendan li dora berhema Brian O'Doherty ya bi navê "Di Kûba Spî de" kom kir. Ev berhem "Îdeolojiya Mekana Galeriyê" ji nû ve şîrove dike û hunermendên îroyîn, di vê serdemê de ku mekanên galeriyê derbas dikin an jî şiklê wan diguherînin, bi berhemên xwe li Galeriya Hunerê ya Sûmerpark Amedê hatin ba hev.

"Di pêşangehê de ruhê civakê dibînin"

Di vekirina pêşangehê de Rêveberê Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî Tahir Baykuşak axivî û diyar kir ku di vê pêşangehê de ruhê civakê dibînin. Baykuşak got: "Li aliyekî dayikeke çanda xwe parastiye dibînî, li aliyê din mêvanên welatê me hene. Li aliyekî koçberî û hilweşîna wê ya ku perçeyên jiyanê belav kiriye, hemû hatine ba hev. Em spasiya we dikin, bila qelemên we her tim terr bin."

"Em hewl didin hunerê diyar bikin"

Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî Zeynep Yaş jî anî ziman ku bi vê pêşangehê ronahiyeke xweş li bajêr peyda bûye. Yaşê destnîşan kir: "Em weke şaredarî hewl didin ku rewşa hunerî ya vî bajarî zêdetir diyar bikin. Hem erka me ye hem jî daxwaza me ye ku xebatên wiha xurt û dewlemend bên kirin. Armanc ew e ku bi pêşandana xebatên wiha, gelê me bibîne û bizane ku vî bajarî di warê çand û hunerê de çiqasî bi hêz e. Hunermend bi nêrîna xwe ya hunerî, vî bajarî dibîne û ev yek jê re zêdetir dewlemendiyê dide."

Pêşangeh heta 4'ê Hezîranê li Galeriya Hunerê ya Sûmerpark Amedê vekirî ye.

 

Image Gallery