Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Cejna Qurbanê, hezar û 500 nexweşên çolyakê bi qutiyên xwarinên bê gluten piştgirî kir.
Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Kêmdîde û Kronîk a girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalûpîran, ji bo welatiyên ku di gihîştina xwarinên bê gluten de zehmetiyê dikişînin, dest bi xebatê kir. Ekîbên Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Kêmdîde û Kronîk, li Diyarbekirê nexweşên çolyakê yên hewcedar tespît kirin û qutiyên xwarinên bê gluten pêşkêş kirin.
'Di serlêdanan de tu hilbijartin nekir'
Midûra Şaxa Nexweşiyên Kêmdîde û Kronîk Sevda Erdem Ateş diyar kir ku beriya Cejna Qurbanê, wan bi hevkariya 17 şaredariyên navçeyan, belavkirina qutiyên xwarinên bê gluten ji bo malbatên nexweşên çolyakê pêk anîn. Ateş wiha got: "Di qonaxa yekem de em ê 1500 qutiyên xwarinê bigihînin welatiyên xwe. Di serlêdanan de me tu hilbijartin nekir, me serlêdana hemû welatiyên ku bi raporê serlêdan kirin qebûl kir û nirxand. Em ê van qutiyan bigihînin hemû welatiyên ku serlêdan kirine. Wek Midûriyeta Şaxa Nexweşiyên Kêmdîde û Kronîk, em ê xizmetên xwe ji nexweşên çolyakê re bidomînin."
'Şaredariya Bajarê Mezin piştgiriyeke mezin pêşkêş kir'
Serokê Komeleya Çolyakê ya Diyarbekirê Ekrem Varli jî ji ber piştgiriya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daye nexweşên çolyakê, spasiya wan kir. Varli destnîşan kir ku bi xebatên Şaredariya Bajarê Mezin pirsgirêkeke girîng hatiye çareserkirin û got, "Li Diyarbekirê nêzîkî 4 hezar nexweşên çolyakê hene û gihîştina xwarinên bê gluten pir zehmet bû. Xwarina bê gluten ji bo nexweşên çolyakê mecbûrî ye. Heke nexweşên çolyakê xwarinên bê gluten nexwin, heye ku bibe sedema nexweşiyên kujer jî. Ev şêwazek xwarinê ye ku ji bo me mecbûrî ye. Bi salan bû ku malbatan di gihîştina xwarinên bê gluten de pir zehmetî dikişandin, malbatên ku rewşa wan a madî destteng bû nikaribûn bigihîjin erzaqên ku dixwestin. Di vî warî de Şaredariyê piştgiriyeke pir mezin pêşkêş kir."
Â