Di çarçoveya "Hevdîtinên Bîranîn û Bîrê" yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin lidarxistin, sînemaya derhêner, senarîst û hilberîner Taha Karîmî hat nîqaşkirin.
Ji aliyê Yekîneya Sînemayê (Sînebîr) ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî de kar dike, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê "Hevdîtinên Bîranîn û Bîrê" hatin lidarxistin. Di çarçoveya bernameyê de, ji bo derhêner, senarîst û hilberînerê Kurd Taha Karîmî ku di sala 2013an de jiyana xwe ji dest dabû, panelek bi sernavê "Lingê Xurt ê Sînemaya Kurdî Taha Karîmî" hat lidarxistin. Derhêner Ardîn Dîren moderatoriya panelê kir û Sarkew Masgarî û Fehîme Karîmî wek axaftvan beşdar bûn.
Serkaw Masgarî bi bîr xist ku mijara sereke ya hemû fîlmên Taha Karîmî şer û komkujiyên civakî bûye û got, "Mirov nikare vê rastiyê veşêre. Dema ku encamên şer û pevçûnan lêkolîn dikir û bi sînemayê nîşan dida, şer wek tiştekî ji mirovahiyê dûr û xeternak pênase dikir. Lê belê, gelek caran xwe dixist şûna wan mirovên ku di komkujiyan de mexdûr bûne û di şer de zirar dîtine."
'Weke Sînemakarekî Dij-Şer Dikare Were Nirxandin'
Masgarî bi bîr xist ku Karîmî bi zihneke hişmend û zelal, nêrîna xwe ya dij-şer di fîlmên xwe de, bi zimanekî sembolîk bal kişandiye ser aştî û jiyana hevpar a mirovan û got, "Ji bo mirovên li herêmê dijîn, tenê rêyek nîşan dida; ew jî rêya aştiyê bû ku aramiyê diafirand. Dema ku aştî û evînê bi zimanekî sembolîk vediguhast, di heman demê de rexne jî dikirin û pirsên li dijî şer, mijara sereke ya fîlmên wî bûn. Ev nêrîn û mijar bi fîlmên wî yên kurt dest pê kir û heta fîlmên wî yên dawî her zindî ma. Ji ber vê nêrîn û perspektîfê, Taha Karîmî dikare di nav sînemakarên dij-şer de were nirxandin."
'Taha Bi Sedan Çîrok Li Paş Xwe Hiştin'
Xwişka wî Fehîme Karîmî jî got, "Têkiliyeke wî ya baş bi bavê min re hebû û ji bîranînên bavê min pir sûd werdigirt. Bavê min gelek çîrokên Kurdî digot. Jixwe, beşek ji fîlma 'Çiyayê Spî' ji bîranînên bavê min bi xwe pêk tê." Karîmî got, "Taha ne tenê birayek, di heman demê de hevalekî baş û mamosteyekî jî bû," û wiha berdewam kir: "Ewî bi baldarî li me guhdarî dikir, rêz li jinan digirt û bi wan bawer dikir. Her tim behsa wekheviya jin û mêr dikir. Dê, bav û Taha stûnên mala me bûn, em hemû diparastin. Bi çûyîna wî re yek ji van stûnên mala me jî hilweşiya! Bi mirina xwe re bi sedan çîrok li paş xwe hişt. Taha mîna pirtûkeke mezin bû û gelek rûpelên vê pirtûkê hene. Her kes li gorî xwe hin rûpelên vê pirtûkê dizane û ew qas wî nas dike."
'Wefa Esasê Bingehîn ê Hunerê ye'
Piştî panelê, Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin Zeynep Yaş, spasiya beşdaran kir û plaket da wan. Yaş bal kişand ser wê yekê ku wefa yek ji bingehên sereke yên hunerê ye. Yaş wiha berdewam kir: "Çimkî ew, di heman demê de dest dide hemû çîrokên jiyanê. Bi wefayê re dixwaze di jiyanê de hişyariyek / hişmendiyek bibîne û biafirîne. Sînema, hunerek e ku çîrok û bûyeran, girêdana jiyana mirovan dibîne û pêşeroj û rabirdûya mirov, bi berhevkirina bîra çandî ya binehişî re rû bi rû bibe. Karîmî, bi wê jiyana xwe ya kurt, bi wê hewl û xebata xwe ya bêhempa, berhemên pir hêja, mîraseke çandî ya neteweyî ya xurt ji me re hiştiye."
Bername bi nîşandana fîlma Karîmî ya bi navê Cehşê Spî berdewam kir.
Â