Şaredariya Bajarê Mezin Kargeha Nan a Gel vedike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatiyên li bajêr dijîn karibin bi bihayên erzan bigihîjin xwarinên bingehîn, Kargeha Nan a Gel vedike.

Serokatiya Daîreya Karên Fenî, li gorî têgihiştina şaredarîya civakî, projeyeke girîng dide destpêkirin. Kargeha Nan a Gel ku dê li Taxa Baxçeyar a navçeya Baglar bê damezrandin, bi kapasîteya hilberîna 100 hezar nan rojê, dê bibe yek ji girîngtirîn tesîsên hilberînê yên Amedê.

Tê plankirin ku piştî temambûna karûbarên fermî yên tesîsa ku îhaleya wê hatiye kirin, di demeke kurt de xebatên înşatê dest pê bikin. Armanc e ku kargeha nan di dawiya sala 2025an de bikeve ber xizmetê.

Nanên ku dê di vê tesîsê de bên hilberandin, dê li buroyên nanê gel ên ku li çar aliyê bajêr bên damezrandin, bi bihayên arzan ji bo hemû gelê Diyarbekirê, bi taybetî jî ji bo welatiyên ku dahata wan têra pêdiviyên wan ên bingehîn nake, bên firotin.

 

Image Gallery