Jin ji bo axaftina li ser aştiya civakî kom bûn

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî civîna Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya bi Meclisa Jinan a Konseya Bajêr re bû.

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya civînên xwe yên bi sernavê "Jin di avakirina aştî û civakeke demokratîk" de, bi endamên Meclisa Jinan a Konseya Bajêr re hatin cem hev. Civîna ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin, Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin û Konseya Bajêr Serra Bucak, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoğlu, Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumer û endamên Meclisa Jinan a Konseya Bajêr beşdar bûn.

Di civînê de, girîngiya cîgirtina jinan bi nûnertiya wekhev di komîsyona ku dê di Meclisê de bê avakirin de, hat destnîşankirin. Hate bibîrxistin ku bi taybetî di 15 salên dawî de, jinan dev ji xebatên aştî û demokrasiyê bernedane. Di civînê de hat piştrastkirin ku pêwîst e careke din desthilatên herêmî bên berfirehkirin û gotina herêmî bêhtir bê avakirin.

Di civînê de hat gotin ku girîng e Meclisa Jinan a Konseya Bajêr bibe hêzeke pêşeng û berpirsiyariyê hilgire, û hemû nûnerên saziyên di meclisê de cih digirin vê pêvajoyê bigihînin bingehên xwe. Her wiha bal hat kişandin ser rola rêxistinên civaka sivîl di civakîbûna aştiyê de.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30