Nûnera UNDP Tirkiyeyê Merîno serdana Şaredariyê kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Nûnera Bernameya Neteweyên Yekbûyî ya Pêşketinê (UNDP) ya Tirkiyeyê Monica Merino pêşwazî kir.

Nûnera UNDP Tirkiyeyê Monica Merino, di çarçoveya hevdîtinên xwe de serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kir.

Merino di serdana xwe ya li avahiya şaredariyê de ji aliyê Hevşaredaran Bucak û Hatun ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de, projeyên hevpar ên di navbera UNDP û şaredariyê de û xebatên pêşketinê yên li bajêr hatin gotûbêjkirin.

Di serdanê de, Hevserokên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin jî ligel Hevserokan bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30