Hevşaredaran serdana Rojên Pirtûkên Kurdî kir

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana Rojên Pirtûkên Kurdî ya ku li Meydana Deriyê Çiyê hatibû lidarxistin kir û bi weşangeran re hatin cem hev.

Rojên Pirtûkên Kurdî, ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi Komeleya Weşangerên Kurd (YEWKURD) re, di çarçoveya Roja Zimanê Kurdî ya 15'ê Gulanê de hatibû organîzekirin, li Meydana Deriyê Çiyê didome. Çalakî, ku 33 weşanxane û sazî û rêxistinên civakî yên sivîl ên di warê ziman de çalak in tê de cih digirin, dê heta 1'ê Hezîranê ji hezkirên pirtûkan re vekirî be.

Di roja duyemîn a çalakiyê de, ji ber barana zêde ya ku li bajêr bandor kir, hin standan zirar dîtin. Li ser vê rewşê, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, ji bo piştgirî bidin û bi weşanxaneyan re bicivin, serdana Rojên Pirtûkan kirin.

Hevşaredaran standên li Meydana Deriyê Çiyê yek bi yek geriyan, bi weşangeran re sohbet kirin, agahî li ser pirsgirêkên ku rû bi rû mane girtin û ji bo piştgiriyê gelek pirtûk kirîn.

Di serdanê de, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, Hevberdevkên Meclisa Şaredariyê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş û endamên meclisa şaredariyê jî ligel Hevserokan bûn.

Bi weşangeran re civîn

Piştî bernameyê, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, li Qesra Îskenderpaşa ya li navçeya Sûrê, di çarçoveya çalakiyekê de bi weşangeran re hat cem hev. Çalakî bi dengbêjekê dest pê kir û tê de pirsgirêkên weşangeran û pêşniyarên çareseriyê hatin gotûbêjkirin.

Hevserok Hatun: "Em ê têkoşîna ji bo zimanê kurdî bilind bikin"

Di çalakiyê de, Hevserok Hatun bal kişand ser têkoşîna mezin a ji bo zindîkirina zimanê Kurdî û got: "Em hemû şahidê têkoşîna ku hûn dimeşînin in; di hilbijartinan de me soz dabû gelê xwe ku em ê zimanê Kurdî li bajarê xwe zindî bikin. Ev ji devê mirov bi hêsanî derdikeve, lê têkoşîneke mezin jî bi xwe re tîne. Em ê têkoşîna di vî warî de bilindtir bikin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30