Xebatên peyzajê yên Bulvara Mehabadê didomin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo Bulvara Mehabadê bigihîne dîmenekî estetîk û keskeşîn, xebatên peyzajê yên ku dabû destpêkirin didomin.

Midûriyeta Giştî ya Park û Baxçeyan, ji bo Amedek hêşîn û estetîktir, park, refûj û qonaxan bi cureyên cuda yên nebatan xemilîne. Ev nebat hem di seraya xwe de hatine çandin hem jî ji derve hatine kirîn.

Di çarçoveya xebatên rêkûpêkkirina qonax û refûjan de, Midûriyeta Giştî ya Park û Baxçeyan li ser Bulvara Mehabadê ya li navçeya Kayapinarê, xebatên xwe li qonaxên ku Bulvarên Selahedîn Eyyûbî, Mûsa Anter, Dîcletkent, Tekel û Firatê lê hev dibin, didomîne.

Midûriyeta Giştî ya Park û Baxçeyan, beriya ku li 5 xalên hevdûketinê yên Bulvara Mehabadê dest bi xebatan bike, karên binesaziyê yên ku li qadê kêmasî bûn, temam kirin.

Qonax bi gulan tên xemilandin

Piştî xebatên binesaziyê, tîman hezar û 906 kok şitilên gulan ên bi reng û cureyên cuda li qonaxên 5 bulvarên cuda çandin. Di xebatên ku didomin de bi giştî du hezar û 688 nebat, bi taybetî jî jale, devîya gurîstêrk û teflana zêrîn, hatin bikaranîn.

Tîmên şaredariyê armanc dikin ku xebatên peyzajê yên li Bulvara Mehabadê di demeke kurt de biqedînin.

Midûriyeta Giştî ya Park û Baxçeyan, li gorî bernameya xebatê ya ku dîyar kiriye, dê li navçeyên Yenîşehîr, Rezan, Kayapinar û Sûrê jî xebatên peyzajê bidomîne.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30