Şaredariya bajarê mezin li Baglarê guh dide welatiyan

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li taxa Dörtyol a navçeya Rezanê stanta "Çareseriya Li Cih" vekiriye û li vê standê daxwaz û pêşniyarên welatiyan ên derbarê xizmetên şaredariyê de tomar dike.

Midûriyeta Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re ji bo ku welatî bi hêsanî bigihîjin rêveberiyên herêmî, li Dortyol/Çarêyana li ser Kolana Nûkhet Coşkun a navçeya Rezanê stanteke bi navê "Çareseriya Li Cih" vekir.

Xebatkarên li standê, daxwazên welatiyan pirsîn û pêşniyarên wan tomar kirin. Her wiha di çarçoveya lêkolîna li ser bandor û têgihiştina xizmetên Şaredariya Bajarê Mezin a li ser civakê de, li ser bendewariyên welatiyan ên ji şaredariyê jî pirs hatin kirin.

Seroka Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re Berîvan Guneş, Endama Komisyona Têkiliyên Bi Gel Re a Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin Berna Yîgîtel, ligel xebatkaran guhdariya daxwaz û pêşniyarên welatiyan kirin û daxwaz tomar kirin.

"Em Dixwazin Têkiliyên Bi Gel Re Bigihînin Asteke Baş"

Berîvan Guneş der barê xebatan de agahî dan û got ku wan ji bo xebat bi bandortir bibin Komisyona Têkiliyên Bi Gel Re ava kirine û ligel endamên meclisê yên hilbijartî, ji bo ku Têkiliyên Bi Gel Re bigihînin asteke baş, fikir pêş xistine.

Guneş bi bîr xist ku berê li Zanîngeha Dîcleyê, li navendên danûstendinê (AVM), kolanan, parkan û kuçeyan stant vekiribûn û wiha axivî: "Dû re rawestgeha me ya niha Dörtyola/Çarrêyana Rezanê ya li ser Kolana Nûkhet Coşkun e. Armanca me ya sereke li vir ew e ku em bigihîjin welatiyên me yên ku nikarin bigihîjin şaredariyê, ciwan, kal, astengdar, yên ku ji ber karê xwe nikarin werin şaredariyê, yên ku dixwazin daxwaz û rexneyên xwe pêşkêşî me bikin, yên ku dixwazin projeyên xwe yên der barê bajêr de pêşkêş bikin. Em zêdetirî salekê ye ligel hevşaredarên xwe li qadê, li kuçeyan ligel welatiyên xwe ne. Piştî ku em li vir amadekariyek pêşîn bikin, em plan dikin ku em ligel hevşaredarên xwe civînek gel bikin."

Stant Heta Hefteyekê Vekirî Dê Bimîne

Guneş welatiyên Rezanê vexwendin standê û diyar kir ku ew ê hefteyekê li ser Kolana Nûkhet Coşkun xizmetê bidin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Hezîran 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30