Li Amedê, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi boneya 34emîn salvegera wefata Şair Ahmed Arif, pêşangeha bi navê "Wekî Tu Bihar Bî" hat vekirin. Di vekirina pêşangehê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun axivîn û diyar kirin ku ew ê her tim piştgiriyê bidin hunermendên îdealîst ên bi vî rengî.
Midûriyeta Çand û Karên Civakî, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, mazûvaniya pêşangeha "Wekî Tu Bihar Bî" kir. Pêşangeh, ji berhemên hilbijartî yên koleksiyona "Min Ji Kesera Te Qeyd Rizandin" a Mehmet Tolga Erdal pêk tê û kuratoriya wê ji aliyê Mahmut Wenda Koyuncu ve hatiye kirin. Pêşangeh, panorameya bûyerên civakî û siyasî yên ji sala 1927an, dîroka jidayikbûna Ahmed Arif, heta sala 2008an vedibêje. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, her weha nûnerên rêxistinên civaka sivîl, nivîskar û hunermend beşdarî vekirina pêşangehê bûn.
"Ev koleksiyoneke taybet e"
Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş di axaftina vekirinê de anî ziman ku ew kêfxweş in ku piştî 34 salan ji bo Ahmed Arif bernameyeke bîranînê ya Kurdî li dar dixin. Yaş got, "Em kêfxweş in ku dikarin bibêjin Ahmed Arif li bajarê xwe, li mala xwe ye. Ji ber ku Ahmed Arif helbestên xwe li ser vê axê, li ser êş, şadî û xemgîniyên gelê me nivîsand. Em êş, pirs û pirsgirêkên gelê xwe, xemgînî û şadiyên xwe ji helbestên wî fêr bûn. Ji ber vê yekê em spasiya wî dikin." Yaş diyar kir ku ev pêşangeh pir taybet e û spasiya kesên ku di vê xebata di demeke kurt de derketiye holê de cih girtine kir.
Hevşaredar Bucak: Divê em vê dîrokê qet ji bîr nekin
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku bîranîna Ahmed Arif û girêdana wî ya bi vî bajarî re ji nû ve anîn ziman, pir biqîmet e. Bucak, bal kişand ser pêşangeha "33 Gule" a ku li DÎTAVê hat vekirin û got, "Ez ji Mehmet Latif Saglam û Mahmut Wenda Koyuncu pir spas dikim ji bo vê pêşangehê ku dîroka Kurdan nîşan dide û ji me re dibêje ku em vê dîrokê qet ji bîr nekin, windahiyên me, êşên me, di heman demê de helbestên me yên hunerî yên ku dê ji nifşên nû re jî bên veguheztin. Riya wan vekirî be." Hevşaredar Bucak, spasiya Mehmet Tolga Erdal kir ku heyecan, helbest û koleksiyona xwe ya xweş bi wan re parve kiriye û got, "Em ji wan re spasdar in ku helbestvanekî di ser demê re û li hemberî demê sekinî, helbestvanekî ku her dem tê xwendin, Ahmed Arif, ji hevalên ciwan re anîn ziman. Em ê her dem piştgiriyê bidin xebatên bi vî rengî."
Hevşaredar Hatun: Ji ber xeyalên we hatin cih, em kêfxweş bûn
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun jî diyar kir ku ew hevparên heyecana Tolga Erdal in û got, "Xeyalên we hatin cî, em kêfxweş bûn." Hatun bi bîr xist ku Ahmed Arif ne tenê helbestên xemgîniyê, lê di heman demê de berhemên bi coş û pîroz jî pêşkêşî civakê kiriye û wiha got: "Di pêşangehê de tiştekî cuda hebû. Di demeke kurt de tiştek mîna ku bi salan li ser hatibe xebitîn, derket holê. Ez ji xebatkarên vî karî pir spas dikim. Min digot ku ew zêdeyî salekê li ser xebitîne. Hevalan gotin ku wan di nav hefteyekê de amade kirine, ez pir kêfxweş bûm."
Hevşaredar Hatun, bi navê Tolga Erdal bang li hunermendan kir û got, "Ev ji bo kesên ku dixwazin karekî hunerî bikin mînakek baş e. Gelê me dikare berhemên xwe yên hunerî bi midûriyeta me re parve bike, em ê piştgiriyê bidin wan û ji wan re îmkanan biafirînin."
Kurator Mahmut Wenda Koyuncu jî xwest ku xebatên îdealîst ên bi vî rengî yên ku ji bo civakê bîranînê diafirînin, bên parastin.
Helbesta winda ya Ahmed Arif
Mehmet Tolga Erdal, spasiya Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş û kurator Mahmut Wenda Koyuncu kir ku alîkariya wî kirine û helbesteke Ahmed Arif a winda ya ku nehatiye weşandin û di koleksiyonê de cih negirtiye xwend. Piştre, vê fasîkula ku Ahmed Arif dema di lîseyê de bû nivîsandibû û xelata 10 lîreyî girtibû, pêşkêşî Zeynep Yaş kir.
Piştî axaftinan, Nivîskar Şeyhmus Diken diyar kir ku ew ê li şûna 34emîn salvegera wefata Ahmed Arif, têgeha 33 artı 1 (33 zêdeyî 1) bi kar bîne û li ser helbesta "33 Gule" a Ahmed Arif pêşkêşiyek kir. Piştre, Ahmet Çakmak helbesta Ahmed Arif xwend.
Hunermend Ciwan Haco bi vîdeoyê beşdarî bernameyê bû
Surprîza vekirinê jî hunermend Ciwan Haco bû ku bi rêya vîdeoyê beşdarî bernameyê bû û çîroka albûma "33 Gule" vegot.
Â