Rojên Şanoya Gerok a Zarokan li 13 navçeyan tê lidarxistin

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), di navbera 20-25 Hezîranê de dê 2emîn Rojên Şanoya Gerok a Zarokan li dar bixe.

Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, ji bo zarokên li navçe û taxên gundewarî yên ku di gihîştina çalakiyên çand û hunerî de zehmetiyê dikişînin, 2emîn Rojên Şanoya Gerok a Zarokan, ku dê 20 Hezîranê dest pê bike, organîze dike.

Di çarçoveya Rojên Şanoya Gerok a Zarokan de, ku ya yekem di sala 2019an de hatibû lidarxistin û piştî tayînkirina qeyûman nehatibû kirin, sê jonglor (hunermendên sîrkê) ji Stenbol, Wan û Amedê û şeş komên şanoyê dê bi lîstikên xwe yên bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî re derkevin pêşberî zarokan.

Di Rojên Şanoyê de; Şanoya Bajêr a Amedê, ŞanoWan, Navenda Hunerê ya Zarokan, Tiyatroba, Golge Sahne, Nisk Huner dê lîstikên xwe yên bi navê Mîrza û Keybanû, Vewremerdim, Nîsko, Daristana Me, Hirço û Mozmozik û Sê Ezezok pêşkêş bikin.

Lîstikên şanoyê dê li 13 navçeyan werin pêşkêşkirin

Rojên Şanoyê, ku vekirina wê dê di 20 Hezîranê saet 20.00an de li Sumerparkê bi beşdariya komên jongloran Mordem Sanat, Mavî Mask, Sosyal Oyun Sokakta (SOS) dest pê bike; dê 5 rojan li navçeyên Gêlê, Licê, Karazê, Pîranê, Pasûrê, Çermûgê, Çingûş, Bismil, Çinar, Hênê, Erxanî, Hezro û Silîvanê berdewam bike. Lîstikên şanoyê dê her roj di sê navçeyên cuda de di parkan de saet 19:00an de werin pêşkêşkirin.

'Me xwest zarok bigihêjin lîstikên şanoyê'

Lîstikvanê DBŞTê Ozcan Ateş ku derbarê mijarê de agahî da, diyar kir ku temaşekirina lîstikên bi zimanê zikmakî ji bo zarokan pir bi qîmet e û got: "Zarokên ku li navçeyan dijîn di gihîştina çalakiyan de hinekî kêmasî dikişînin. Dibe ku piraniya van zarokan cara yekemîn e ku bi lîstikekê re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê, me tercîh kir ku em lîstikên şanoyê li navçeyan li şûna navendê pêşkêş bikin, da ku em zarokan bigihînin wan."

 

Image Gallery