Bêrma ku ava 60 hezar heywanan dabîn dike, hat tamîrkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gundê Bîrwêranê ya navçeya Çermûgê, xebatên tamîrkirina bêrma ku di erdhejên 6'ê Sibata 2023'an de zirar dîtibû, qedand. Ji bêrmê, 60 hezar heywan wê sûd werbigirin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, ji bo pêşxistina çandinî û heywanxwedîkirinê û dîtina çareseriyê ji pirsgirêkên di warê çandiniyê de, xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya van xebatan de, tîmên ku ji bo bikaranîna avê bi awayekî bibandor projeyan çêdikin, xwedîlêderketin û tamîrkirina bêrm û birkên ku xisar dîtine jî dikin û wan dîsa ji bo çandinî û heywanxwedîkirinê vedigerînin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, piştî erdhejên 6'ê Sibata 2023'an, xebatên tamîrkirina bêrma li Taxa Bîrwêranê ya ku di navbera navçeya Çermûgê ya Amedê û navçeya Siweregê ya Rihayê de ye û bi temamî xerabûbû, qedand.

Bêrm hat tamîrkirin û xurtkirin

Di çarçoveya xebatên ku sê mehan li eraziyê zehmet ê deşta Çiyayê Volkanîk ê Qerejdaxê hatin meşandin, berayîka bêrmê hat paqijkirin û benda bêrmê hat bilindkirin û xurtkirin. Bêrma ku li ser qadeke 80 hezar metrekareyî hatiye çêkirin, dirêjahiya benda zemîna jêrîn 115 metre, bilindahiya wê 20 metre û firehiya benda jorîn jî 75 metre ye.

60 hezar heywan wê sûd werbigirin

Tamîrkirin û dîsa xistina xizmetê ya bêrmê, şêniyên taxê kêfxweş kir. Zêdetirî 60 hezar heywan wê ji birkê sûd werbigirin. Her wiha bi ava bêrmê hezar û 300 dekar erdê çandiniyê jî wê bê avdan.

 

Image Gallery