Dora Rojên Şanoya Gerok Erxenî, Hezro û Hênê bû

Di çarçoveya 2. Rojên Şanoya Gerok a Zarokan de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate organîzekirin, zarokên ku parkên Hezro, Hênê û Erxeniyê tijî kirin, bi lîstikên şano û pêşandanên komên jonglêran kêfeke mezin kirin.

2. Rojên Şanoya Gerok a Zarokan, ku ji aliyê Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, ji bo zarokên li navçe û taxên ku nikarin xwe bigihînin çalakiyên çandî û hunerî hatibû organîzekirin, roja pêncemîn li Erxenî, Hênê û Hezroyê bû.

Di çarçoveya çalakiyê de ku DBŞT bi hev re bi Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Erxeniyê re organîze kir, lîstika Hirço û Mozmozik û koma jonglêr a Mordem Sanat derketin pêşberî zarokan.

Koma jonglêr li taxên Erxeniyê geriya û bi zarokan re li Baxçeyê Miletî yê ku dê çalakî lê bihata lidarxistin, kom bûn. Di çalakiyê de ku Hevşaredarên Erxeniyê Birsen Azak Bayar û Şiyar Guldiken, endamên Meclîsa Şaredariyê û dê û bavên zarokan beşdar bûn, lîstika Hirço û Mozmozik hat pêşkêşkirin.

Zarok û malbatên ku beşdarî çalakiyê bûn, bi pêşandan û lîstika şano bi dilê xwe kêf kirin û demeke xweş derbas kirin. Hevşaredara Erxeniyê Birsen Azak Bayar, ji bo organîzekirina çalakiyeke wiha spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir.

Li Hezroyê jî, koma jonglêr a bi 6 kesan a Sosyal Oyun Sokakta, bi dans û stranan bi zarokan re li Baxçeyê Milet kom bûn. Zarokan li vir bi dê û bavên xwe re lîstika bi navê Sê Ezezok a Şanoya Bajar a Amedê temaşe kirin û kêfa şanoyê kirin.

Li navçeya Hênê jî, zarokan pêşandana koma jonglêr a Mavi Maske û lîstika bi navê Vewremendin ku ji aliyê Navenda Hunerê ya Zarokan a Amedê ve hatibû pêşkêşkirin, temaşe kirin.

Rojên Şanoya Gerok a Zarokan sibe li Farqînê ye

Rojên Şanoya Gerok a Zarokan; sibe li navçeya Farqînê di saet 19.00an de dê bi pêşandanekê bi dawî bibe.

 

Image Gallery