7 bulvar û cadeyên Baxlarê bi asfaltê hatin nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Baxlarê 7 bulvar û cadeyên bi dirêjahiya 7 hezar û 500 metreyî, bi danîna 26 hezar û 50 ton asfalta germ nû kir.

Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesaziyê û Parastina Rêyan, bulvar û cadeyên ku li seranserê bajêr xirab bûne, ji ber şert û mercên hawîrdor û hewayê zirar dîtine û rehetiya ajokaran nebaş bandor kirine, nû dike û dixe ber xizmeta welatiyan. Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin, di vê çarçoveyê de, xebatên asfalta ku li navçeya Baxlarê bi Cadeya Emekê dest pê kiribûn, bi Cadeya Ahmet Bilgin, Bulvara Medîne, Bulvara Aydin Arslan, Cadeya Bariş, Cadeya Cezeriîû Cadeya Cengizlerê domandin.

7 bulvar û cade nû kirin û xistin  ber xizmetê

Tîman, pêşî asfalta kevin a li bulvar û cadeyan rakir, piştre jî asfalta germ danîn: 4 hezar û 250 ton li Bulvara Aydin Arslan a bi dirêjahiya hezar û 100 metroyî; 2 hezar û 650 ton li Cadeya Bariş a bi dirêjahiya 950 metroyî; 3 hezar û 550 ton li Cadeya Cengizler a bi dirêjahiya hezar û 25 metroyî; hezar û 250 ton li Cadeya Cezerî a bi dirêjahiya 310 metroyî; 7 hezar û 100 ton li Cadeya Emekê a bi dirêjahiya 2 hezar û 250 metroyî; 3 hezar û 500 ton li Bulvara Medîne a bi dirêjahiya 780 metroyî; û 3 hezar û 750 ton li Cadeya Prof. Dr. Ahmet Bîlgîn a bi dirêjahiya hezar û 40 metroyî. Bi giştî, 26 hezar û 50 ton asfalta germ li 7 bulvar û cadeyên bi dirêjahiya 7 hezar û 500 metroyî hat danîn. Tîmên ku 7 bulvar û cadeyan bi asfaltê nû kirin û xistin ber xizmeta gel, xebatên asfalta ku li Bulvara Turgut Ozalê dest pê kiribûn, didomînin.

"Li taxên ku hatibûn îhmalkirin xebat dan destpêkirin"

Yusuf Taniş, Midûrê Şaxa Parastin û Tamîrkirina Rêyan a Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesaziyê û Parastina Rêyan, derbarê xebatên hatine kirin de agahî da û diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin, li taxên ku demeke dirêj e xizmet negirtibûn û hatibûn îhmalkirin, xebatên asfaltê yên berfireh dane destpêkirin. Taniş, derbarê xebatên hatine kirin de ev agahî da: "Pêşî li navçeya Baxlarê bi giştî 7 hezar û 500 metre dirêjî; li Bulvara Ahmet Bilgin, Cadeya Emek, Cadeya Cengizler, Bulvara Aydin Arslan, Bulvara Medîne, Cadeya Bariş û Cadeya Cezerî bi giştî 26 hezar ton asfalt danîn û xebatên bordûr û tamîrkirinê yên pêwîst pêk anîn. Niha jî em li Bulvara Turgut Ozalê ne. Em xebatên xwe didomînin."

"Em ê xebatên berfireh bidomînin"

Taniş anî ziman ku cade û bulvarên ku xebat lê hatine kirin, demeke dirêj e di rewşeke xirab de bûn û ji ber vê yekê standardên jiyanê kêm bûbûn. Taniş diyar kir ku wan van rewşan li qadê tespît kirine û got, "Li gorî daxwazên welatiyên me jî tevdigerin û piştî van tespîtên me, me xebatên xwe dan destpêkirin. Em ê mudaxaleyî hemû rêyên xwe yên di vê çarçoveyê de bikin. Em ê li hemûyan xebatên berfireh bidomînin."

 

Image Gallery