Hevşaredar Hatun serdana Karazê kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, serdana Şaredariya Karazê kir.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, ji bo tespîtkirina pirsgirêkên li navçeyên gundewarî û ji bo pêşxistina çareseriyan xebatên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de Hevşaredar Dogan Hatun, serdana navçeya Kocaköyê kir.

Hevşaredar Hatun, ji aliyê Hevserokên Şaredariya Karazê Hanim Altindag û Mehmet Şik ve li avahiya şaredariyê hat pêşwazîkirin.

Hevşaredar Hatun, derbarê xebatên ku li navçeyê têne meşandin de ji Altindag û Şik agahî girt û ji bo çareserkirina pirsgirêkan, serokên daîreyên têkildar peywirdar kir.

Hevşaredar Hatun, piştî serdana şaredariyê, serdana şaxên DÎSKÎ û Îtfaiyeyê yên Karazê kir. Hevşaredar Hatun, bi rêvebirê şaxê û personelê re hat cem hev, derbarê xebatan de agahî girt û xwest ku zûtirîn dem bersiv ji daxwazên welatiyên navçeyê re were dayîn.

Di serdana navçeyê de, serokên daîreyan û endamên meclîsê Hevşaredar Hatun re bûn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30