Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di serdana xwe ya Rêxistina Partiya Gel a Komarparêz (CHP) ya Edeneyê de destnîşan kirin ku cihê şaredaran ne zîndan, lê cem gelê wan e.
Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Mehmet Ruştu Tiryaki jî di nav de, piştî serdana xwe ya Şaredariya Semsûrê derbasî Edeneyê bûn. Heyeta ji hevşaredar û endamên DEM Partiyê pêk dihat, li wir serdaneke piştgiriyê da Rêxistina Bajêr a CHP'ê.
Serokê Parêzgehê yê CHP'ê Anil Tanburoglu, spasiya mêvanên xwe yên ji bo serdana piştgiriyê kir û destnîşan kir ku Karalar peyama "Serî netewandin û têkoşînê bidomînin" şandiye.
"Cihê şaredaran ne zîndan, cem gelê xwe ye"
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, li hemberî operasyona binçavkirinê nerazîbûn nîşan da û got, "Cihê şaredaran ne zindan e. Ne odeyên binçavkirinê ye. Cihê wan cem gelê wan e. Pêwîst e ew li cem gel bin. Pêwîst e ew li kolanan bin. Pêwîst e ew li qadan bin. Pêwîst e ew li ser wezîfeyên xwe bin. Xizmetên bajêr li benda şaredar û rêveberiyên wan in."
"Armanc tepeserkirina îradeya gel e"
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun jî diyar kir ku ew zêdetirî 10 salan e Karalar nas dike û binçavkirinan weke neqanûnî û siyasî bi nav kir. Hatun wiha got: "Zeydan Karalar, bi serdegirtineke berbangê ji cihekî ku lê mêvan bû, hat girtin. Eger hiqûq bixebitiya, pêvajoyek bû ku bi îfadeyekê çareser dibû. Armanc tepeserkirina îradeya gel e."
Mehmet Ruştu Tiryaki jî operasyonên berê bi bîr xist û got, "Ev bêhiqûqiya bêdawî ne tevkariyê li demokrasiyê dike û ne jî xizmetê li aştiya civakî dike."
Â