'Şahiya Zarokan a Gundan' li Pasûrê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ku zarokên li gundewaran bi çand û hunerê re bide nasîn, 'Şahiya Zarokan a Gundan' a 20 rojan dabû destpêkirin û ya yekemîn li gundê Kemika yê navçeya Pasûrê pêk hat.

Şahî ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî bi hevkariya Şaredariya Pasûrê ve hat organîzekirin. Bi sedan zarok bi malbatên xwe re beşdarî çalakiyê bûn. Di bernameya ku dîmenên rengîn derketin holê de, zarokan bi serbestî wêne xêz kirin, di atolyeyên muzîkê de xebatên rîtmê kirin û bi amadebûna mamosteyan derketin ser dikê û konserek koroyê pêşkêş kirin.

Şanoya bi navê “Heqîqet” ku ji aliyê Koma Şanoyê ya Arsen Poladov a girêdayî Navenda Çanda Bahar a Batmanê ve hat lîstin, ji aliyê temaşevanan ve gelek hate ecibandin.

Zarok û malbatên wan diyar kirin ku cara yekemîn e li gundên wan şahiyeke bi vî rengî tê lidarxistin û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Pasûrê kirin.

'Me gelek kêf kir'

Elîf Kiliç, yek ji zarokên ku beşdarî çalakiyê bû, anî ziman ku wan gelek kêf kirine û got: “Me pêşbirka xêzkirinê kir, me stran got, pir kêfxweş bû. Me bi hevalên xwe re kêf kir. Gelek xweş bû.”

Mehmet Kiliç jî diyar kir ku rojeke pir xweş derbas kirine û got: “Em hatin vir saz lêxistin û lîstik lîstin. Gelek xweş bû.”

Zeynep Kiliç jî hestên xwe wiha anî ziman: “Îro cihekî pir xweş ji me re çêkirin. Me wêne çêkirin, em li vir pir kêfxweş bûn. Muzîk hebû, pir kêfxweş bû. Hemû zarok pir kêfxweş bûn. Em gelek spasiyê dikin.”

Hevşaredarê Pasûrê Murat Îpek, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî beşdarî vê çalakiyê bûn.

 

Image Gallery