Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo amadekirina xwendekarên stajyer ji bo jiyana kar, perwerdehiya bingehîn a tenduristî û ewlehiya kar da wan. Ev perwerdehî tedbîrên tenduristî û ewlehiyê yên ku dibe ku di jiyana xebatê de rastî wan bên, dihewand.
Midûriyeta Şaxa Tenduristî û Ewlehiya Kar a Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, li gorî Qanûna Tenduristî û Ewlehiya Kar a jimare 6331, ji bo xwendekarên stajyer ên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de kar dikin, perwerdeya bingehîn a tenduristî û ewlehiya kar pêşkêş kir. Armanca vê perwerdeyê parastina tenduristî û ewlehiyê di jiyana xebatê de bû.
Di perwerdeya ku ji aliyê Pisporê Ewlehiya Kar Hasan Ugurlu û Bijîşkê Kargehê Şiyar Aslan ve li salona Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin hate dayîn de, mijarên wekî pêşîgirtina li qezayên kar, peydakirina adetên reftarên ewle li cihê kar, bikaranîna rast a alavên parastinê yên kesane, tiştên ku divê di rewşên awarte de bên kirin, têkoşîna li dijî agir, hişyariya alîkariya yekem, ergonîmî û parastina li dijî nexweşiyên pîşeyî bi berfirehî hatin ravekirin.
Â