Li parka Anzelê şahiya zarokan birêve çû

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê, li Parka Anzelê Şahiya Zarokan li dar xist.

Di çarçoveya Şahiya Zarokan de, ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ve ji bo zêdekirina beşdariya zarokên li taxan di çalakiyên werzîşî, çandî û hunerî de hatibû organîzekirin, li Parka Anzelê ya navçeya Sûrê çalakî hat lidarxistin.

Di çalakiyê de ku bi rengizandina rû, lîstikên kolanê yên kevneşopî, muzîk, şano û lîstikên werzîşî dîmenên rengîn pêşkêş kirin, zarokan kêliyên xweş derbas kirin.

Di çalakiyê de ku malbat jî beşdar bûn, zarokan bi perwerdekaran re di atolyeyan de rojeke cuda derbas kirin û kêfxweşiya vê yekê jiyan.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Sibat 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28