Xebatên Parka Bajar a Mezopotamyayê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo Parka Bajar a Mezopotamyayê ku li navçeya Kayapinarê bi nêzîkatiya ekolojîk li ser 216 hezar metrekareyî were avakirin, dest bi xebatan kir.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ji bo pêdiviya qada hêşîn a bajêr bê dabînkirin û ji welatiyan re qadeke nû ya jiyanê ya ku tê de karibin bi xwezayê re wext derbas bikin, projeyên xwe didiomîne.

Li ser 216 hezar metrekareyî dê bê avakirin

Ekîbên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ji bo avakirina Parka Bajar a Mezopotamyayê, ku yek ji projeyên vîzyonê yên bajêr e û dê bajêr rehet bike, dest bi xebatan kirin. Proje dê li ser 216 hezar metrekare qadê, li qada hevbirrîna Bulvarên Mezopotamya-Dîclekent a navçeya Kayapinarê were çêkirin. Di çarçoveya projeyê de ku bi dirûşma "Cihê Jivana Xweza û Mirovan" tê meşandin, armanc ew e ku qada hêşîn bi tevahî li gorî hevsengiyên ekolojîk were bicihanîn.

Di parka nû ya bajêr de dê baxçeyên baranê yên ku rê didin avê baranê were berhevkirin û ji nû ve were bikaranîn. Di tevahiya parkê de dê materyalên wekî dar û kevir werin bikaranîn. Ji bo zêdekirina karîgeriya enerjiyê jî dê panelên enerjiya rojê werin bikaranîn, bi vî awayî ronahîkirina parkê û pêdiviyên din ên elektrîkê dê werin peydakirin.

Sînema û pirtûkxaneya derveyî

Di projeyê de ku 129 hezar û 833 metrekare dê ji bo qada hêşîn were veqetandin, qada têketinê dê 2 hezar metrekare, qada sereke jî 24 hezar û 540 metrekare be. Di projeyê de ku dê cihên lîstikê yên zarokan jî hebin, li beşa 2 hezar û 165 metrekare dê sînemaya derveyî were avakirin.

Qadên ku di nava parkê de bên çêkirin, dê bi vî rengî bên dîzaynkirin ku her cûre festîval, konser û çalakiyên mîna wan bi hêsanî bên lidarxistin.

Di projeyê de ku dê bandoreke girîng li ser qalîteya jiyanê ya bajêr bike, qadên rekreasyonê dê ji welatiyan re di nava qada hêşîn de îmkanên werzîşê, pîknîkê û bêhnvedanê peyda bikin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, dê li parka ku tê de pirtûkxaneya derveyî jî hebe, li ser 14 hezar û 245 metrekareyî beşek berhevkirina riwekan, li ser hezar û 600 metrekareyî riya bîsîkletê, 2 tesîsên civakî, riya meşê, qadên werzîşê û parkîngê çêbike.

Şaredariya Bajarê Mezin dê di parkê de ku ji 7 heta 70 salî ji her kesî re xizmet bike, li du xalên cuda komên lîstikê ji bo zarokan bi cih bike.

 

Image Gallery