Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan, bi Pêşandanên Fîlman ên Derveyî, keyfa sînemayê digihînin park û taxan.
Sînebîr a girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, digel şaredariyên Kayapinar, Rezan, Sûr û Yenîşehîrê, keyfa sînemayê digihînin parkan. Pêşandanên fîlman ên derveyî ku dê di meha Tebaxê de werin lidarxistin, êvarên havînê bi fîlman re şên û geş dikin. Çalakî, ku ji navenda bajêr heta navçeyan dirêj dibe, armanc dike ku di parkan de temaşevanên ji her temenî bîne cem hev. Hemû fîlmên ku di parkan de bên nîşandan dê bê pere bin. Saeta destpêka pêşandanan jî dê saet 20.00 be.
Cihên ku fîlm dê lê werin nîşandan
Li Kayapinarê:
•1ê Tebaxê li Park Ormanê fîlmê Hemme’nin Öldüğü Günlerden Biri
•6ê Tebaxê li Parka Aştiyê fîlmê Gergerok
•13ê Tebaxê li Kompleksa Sporê ya 500 Evlerê fîlmê Neşeli Çiftlik
•20ê Tebaxê li Taxa Peyasê fîlmê Şirinler
Li Sûrê:
•5ê Tebaxê li Taxa Alîpaşa fîlmê Neşeli Çiftlik
•12ê Tebaxê li Taxa Tîlêlekê fîlmê Gergerok
•19ê Tebaxê li Taxa Zorova fîlmê Komşum Totoro
•26ê Tebaxê li Taxa Îskenderpaşa fîlmê Ciran
Li Yenîşehîrê:
•7ê Tebaxê li Parka Mahmut Zengin a Uçkuyu TOKÎ fîlmê Benim Adım Mutlu
•14ê Tebaxê li Parka Koru ya Seyrantepe Toplu Konut fîlmê Ciran
•21ê Tebaxê li Parka Şaredariya Yenîşehîrê fîlmê Çirkin Ördek Yavrusu (Zazakî)
•28ê Tebaxê li Kolana Çelîkevlerê fîlmê Şirinler
Li Rezanê:
•9ê Tebaxê li Parka Korxet fîlmê Komşum Totoro
•16ê Tebaxê li Parka Gulan fîlmê Çirkin Ördek Yavrusu (Zazakî)
•23ê Tebaxê li Parka Koşuyolu fîlmê Benim Adım Mutlu
•30ê Tebaxê li Parka Rihan fîlmê Hemme’nin Öldüğü Günlerden Biri dê ji bo welatiyan werin nîşandan.
Â