Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatî karibin bi hêsanî ji xizmetên veguhestinê sûd werbigirin, 5 cihên dagirtina Diyarkartê bi cih kir.
Serokatiya Daîreya Veguhestinê, xebatên xwe didomîne ji bo ku xizmetên veguhestinê bi awayekî bi kalîte, rehet û bilez bide. Tîmên ku li gorî daxwazên welatiyan tevdigerin, dê li cihên ku ji qereqolên dagirtina Diyarkartê dûr in an jî têra xwe nîn in, yên nû lê zêde bikin û bixin xizmetê.
Di vê çarçoveyê de, ji bo ku welatî karibin bi hêsanî û bilez kartên xwe yên veguhestinê dagirin, 5 Cihazên Dagirtina Diyarkartê (Kîosk) li Rêya Otogarê, ber Forum AVM'ê, ber Dibistana Seretayî ya Gaffar Okan a Deriyê Çiyê, Rêya Tesisler û li rêya ku Bulvara Qamişlo û Kolana Çewlik lê hev qut dikin, hatin bicîkirin. Cihazên Dagirtina Diyarkartê yên ku montaj û sazkirina wan hatine kirin, piştî ku enerjî bidine wan û ji ceribandinên pêwîst derbas bibin, dê dest bi xizmetê bikin.
Â