Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li qiraxên rêyan ji bo bermahiyan û li saziyên tenduristiyê jî ji bo bermahiyên bijîşkî kontrolan pêk tîne.
Tîmên Midûriyeta Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, ji bo ku li qiraxên rêyan bermahî, kevir û bermayiyên ku tenduristiya mirovan û hawîrdorê dixin bin xetereyê neyên darêtin, kontrol û xebatên paqijiyê kirin. Her wiha tîman li saziyên tenduristiyê jî ji bo berhevkirina veqetandî ya bermahiyên bijîşkî û depokirina wan li gorî rêziknameyê kontrol kirin.
Qada bermahiyan a Şêxkendê
Mehmet Baran, Midûrê Şaxa Bermahiyên Hişk a Midûriyeta Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li avêtina bermahiyên bi qaçaxî û paqijkirina wan, bi 3 tîman re 7 roj û 24 saetan kontrolan dikin.
Baran, anî ziman ku ji bo rakirina bandorên neyînî yên bermahiyên bi qaçaxî li ser bajêr xebatan dikin û wiha got: "Em ji bo bermahiyên ku divê li qiraxên rêyan, deverên qaçax, zeviyên vala û newalan neyên darêtin, kontrolan dikin. Li gorî rêziknameyê, divê hemî bermahî li Qada Bermahiyan a Şêxkendê werin darêtin. Ji bo wesayîtên ku vê yekê pêk naynin, li gorî Qanûna Jîngehê dê ceza were sepandin. Em dixwazin Amed di her wateyê de bibe bajarekî hêjî jiyanê."
Kontrola bermahiyên bijîşkî
Baran, destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina li bandorên neyînî yên bermahiyên bijîşkî li ser tenduristiya mirovan, tîm ji nexweşxaneyan heta kargehên sterilîzasyonê bi rêkûpêk şopandinê dikin da ku bermahî bi rêkûpêk werin girtin û sterilîzekirin. Her wiha anî ziman ku ew ê ji bo şopandina tasfiyekirina bermahiyên bijîşkî kontrolên xwe yên birêkûpêk bidomînin.
Â