Cadeya Şehîtlikê bi asfaltê tê nûkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Yenîşehirê dest bi xebatên danîna asfaltê li ser cade û bulvaran kir.

Midûriyeta Rêvebiriyê Çêkirina Rêyan û Koordînasyona Binesaziyê, ji bo ku veguhastina li seranserê bajêr ewletir û rehettir bibe, xebatên xwe didomîne. Tîmên ku li navçeya Rezanê danîna asfaltê li ser 10 cade û bulvarên bi tevahî 10 hezar û 590 metre dirêjî qedandin, xebatên xwe yên ji bo nûkirina 14 cade û bulvarên li navçeya Yenîşehirê didomînin.

Li Yenîşehirê dê 14 cade werin asfaltkirin

Tîmên ku rêyên di encama xebatên binesaziyê de zirar dîtine nû dikin, li 14 cade û bulvarên li navçeya Yenîşehirê dest bi rakirina asfaltê û danîna asfaltê ya nû kirin.

Tîmên ku li Cadeya Şehîtlikê ya 3 hezar metre dirêjî dest bi xebatên asfaltê kirin, dê 6 hezar ton asfalta germ li ser cadeyê raxin. Piştî ku tîm Cadeya Şehîtlikê temam bikin, dê derbasî cadeyên din bibin.

Piştî Cadeya Şehîtlikê, dê asfalt li ser Bulvara Mehmet Akif Ersoy a 1300 metreyî, Bulvara Sezai Karakoç a 900 metreyî, Cadeya Alîpinar a 350 metreyî, Cadeya Îstasyonê ya hezar metreyî, Cadeya Kişla ya 1200 metreyî, Cadeya Înaloglu ya 650 metreyî, Cadeya Akkoyunlu ya 750 metreyî, Cadeya Yaşar Kemal a 700 metreyî, Cadeya Aziz Mahmutoglu ya 550 metreyî, Cadeya Hintli Baba ya 650 metreyî, Cadeya Buyukalp a 550 metreyî, û her weha li ser cadeyên Alî Emîrî û Gevran jî were danîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tebax 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31