Hevşaredar Bucak beşdarî resepsiyona Mayors for Peace bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî resepsiyona civîna Mayors for Peace bû ku ji aliyê Şaredarê Nagazakiyê Shiro Suzuki ve hate organîzekirin.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, ku ji bo beşdarî “meresîma bîranîna 80 saliya felaketa Hîroşîmayê” û “Konferansa Giştî ya Tora Şaredarên Ji Bo Aştiyê” ya li Nagazakiyê were lidarxistin li Japonyayê ye, hevdîtinên xwe didomîne.

Hevşaredar Bucak, beşdarî resepsiyona civîna Mayors for Peace (Şaredarên Ji Bo Aştiyê) ya ku ji aliyê Şaredarê Nagazakiyê Shiro Suzuki ve hat lidarxistin, bû. Bucak di resepsiyonê de ligel Ranjdar Mohammed Azeez, Jaza Ali Toufig, Barzan R. Jalil û Muhammed Hama Sharif ku ji Helebçe û Silêmaniyê beşdarî bernameyê bûne, li ser girîngiya aştiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê axivîn.

Di bernameyê de Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Umut Aytaş, Hevşaredar Bucak re hevkarî kir.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tebax 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
        1 2 3
4 5 6 7 8 9 10
11 12 13 14 15 16 17
18 19 20 21 22 23 24
25 26 27 28 29 30 31