Konferansa Giştî ya “Tora Şaredarên ji bo Aştiyê” ku bi tevlibûna Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Sera Bucak jî dest pê kir.
Konferansa Giştî ya Mayors for Peace (Tora Şaredarên ji bo Aştiyê) ku li bajarê Nagazakî Japonyayê hat lidarxistin, civîna yekemîn li ser navê ‘Bîranîna Bombeyên Atomî ya 80. Sal’ Pêk hat
Piştî civînê, Hevserok Sera Bucak, ji şaredarên Nagasakî û Hiroşîmayê re seramîka ku Surên Amedê lê hatî nexşkirin, diyarî kir.
Civînê bi panelan re berdewam kir.
Di konferansê de bi mijara “Ber bi Dinyayekî Paqij û Bê Çekên Nuklearî Ve: “Em Wekî Welatiyên Cîhanê Paşerojekî ya Aştiyane Xeyal Dikin” hat lidarxistin, îro jî paneleke li ser navê “Sazkirina Cihaneke Bê Çekên Nukleerî” dê were lidarxistin. Di beşa dawî ya panelê de mijarên wekî pirsgirêkên hawîrdorê, tenduristiya gel û pandemî, mafên mirovan û penaberan dê bê rojevê.
Roja sêyemîn a konferansê bi Merasîma Aştiya Nagazekî dê dest pê bike, piştî merasîmê “Konferansa 11. a Giştî ya Şaredarên ji bo Aştiya Japonyayê” dê pêk bê.
Di bernameyê de endamê meclisê Umut Aytaş jî bi Hevserok Sera Bucak re bû.